Sûdanî: Em peywendiyên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bihêztir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Niha em mijûlî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê ne û em amadekariyan ji bo wê piroseyê dikin.” Herwesa dibêje, “Em peywendiyên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bihêztir dikin.”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî duhî (Pêncşem, 26.09.2024) li bingeha Koma Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de amaje da, “Hemî bizavên me ber bi wê arasteyê ve ne ku piroseya demokrasiyê li Îraqê mukomtir bikin.”
Sûdanî di derheqa hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de got, “Niha em mijûlî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê ne û em amadekariyan ji bo wê piroseyê dikin.” Tekez jî kir, “Bizavên me berdewam in ji bo ku peywendiya navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêztir bikin, li dû wê ya ku di destûrê Îraqê de hatiye.”
Navbirî amaje jî da, “Hikûmeta Îraqê ji bo dubare rêkxistina çavkaniyên mirovî kar dike. Me pêngavên gelek mezin di wî warî de avêtine, ji bo ku em kertê taybet vejînin û çavkaniyên dahatan hemereng bikin, tevî ku ev guhertin karekî aloz e.”
Serokwezîrê Îraqê di derheqa DAIŞê de jî got, “DAIŞê sêyeka axa Îraqê dagir kiribû. Gelek ji çavdêran wesa difikirîn ku Îraq bidawî hatibû, lê Îraqa îro pilaneke tevgir a avedaniyê peyda kiriye û jiyan ji bo bajaran vedigere û em dubare jêrxaneyan çê dikin û ewlehiyê berqerar dikin.”