Li Stenbolê Festîvala Çandên Bira dest pê kir

Stenbol (K24) – Şaredariya Esenyurtê bi armanca pêşxistin û nêzikkirina çandên li Tirkiyeyê festîvaleka bi navê “Festîvala Çandên Bira” amade kiriye û di festîvalê de hajmareke zêde konser û çalakiyên Kurdî jî hene. Şaredarê Esenyurtê Ehmed Ozerî taybet bo Kurdistan24ê eşkere kir ku, ji amadekirina Festîvala Çandên Bira armanca wan a sereke parastina çandên li Tirkiyeyê û aşitiyê ye.

Festîvala Çandên Bira ku ji aliyê Şaredariya Esenyurtê û Platforma Yêkitiya Komeleyên Bajaran a Esenyurtê ve hatiye amadekirin, bi dîmenên rengîn dest pê kir.

Şaredarê Esenyurtê diyar kir ku, ew dixwazin bi vê festîvalê, hemû çandên li Tirkiyeyê bînin ba hev û bergiriya dostanî û aşitiya civakî bikin.

Şaredarê Esenyurtê Ehmed Ozer ji K24ê re got: “Em dixwazin çandên xwe mezin bikin. Çi Kurd be, çi Ereb be, çi Tirk be, çi jî Laz be. Em dixwazin çandên wan biparêzin. Em biratiyê li ser çandan mezin dikin û pêşve dibin.”

Di çarçoveya festîvalê de her bajar bi xwarin û berhemên xwe yên herî diyar hatin naskirin. Ji Kebaba Caxê ya Erziromê heta hingivê Sêrtê bihezaran berhem ber firotinê bûn.

Hingivfiroş: “Hingivê me sirûştî ye. Şekir têde niye. Ev hingiv berhema mêşên me bixwe ye. Em berhem tînin. Gelek cûre hingivê me heye. Em sê sal in tên vir û xelkê me gelek ji me razî ye.”

Hosteyê kebaba caxê: “Em ji Erziromê hatine, liv ir Kebaba Caxê çêdikin. Xelkê Kurd li vê navçeyê gelek in û ji Kebaba me jî pir hez dikin. Kebaba me, ya goştê berxan e. Wekî şawirme niye, tameka xwe ya taybet heye.”

Festîval, bi konsertên dengbêjiyê, stranbêjên diyar ên Kurd û dîdar çalakiyên cûrbecûr heta hefteyek berdewam dibe. Kurdên Eesenyurtê gelek keyfxweş in ku, di festîvalê de hejmara çalakiyên bi Kurdî zêde ye.

Welatî: “Ez ji Rojdayê pirs hez dikim û dê werim konserta wê. Gelek xweş û baş e ku li vir bi zimanê me konsert çêdibin. Em gelek razî ne.”

Li Stenbolê festîvaleka din jî hebû ku navê wê Festîvala Riya Çandê bû û ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê ve dihat amadekirin. Digel ku li Stenbolê bimilyonan Kurd dijîn bernameyeka Kurdî jî di wê festîvalê de nebû. Lê Şaredariya Esenyurtê wekî ku di vê festîvalê de diyar e, qedreke taybet dide Kurdî û Kurdan.