Karnameya rûniştina Civata Nûnerên Îraqê hat guhertin û du bendên wê hatin rakirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Di dema pênc seetan de, Fermangeha Medya û Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê du karnameyên cuda parve kirin.
Fermangeha Medya û Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê seet 09:30 ê sibeha îro (Duşem, 30.09.2024) karnameya civîna sibe parve kir ku ji şeş bendan pêk dihat, lê di wê karnameya nêzî seet 14:15 ê îro de parve kiriye, du bend ji wê karnameyê hatine rakirin.
Yek ji wan bendan dengdana li ser madeya pêncê ya pirojeqanûna vegerandina mafê xwedîtiya wan milkên li serdema rijêma Beis hatibûn dagirkirin ji bo xwediyên wan ên resen bû. Benda duyê jî edilandina yekê ya xwandina bilind li kertê taybet bû. Ev jî di demekê de ye ku navdariya zanîngehên ehlî li Îraqê bûye rêyeke bazirganî ne ku zanistî.
Li dû karnameya duyê ya Fermangeha Medya û Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê, sibe (Sêşem, 01.10.2024) Civata Nûnerên Îraqê ji bo van her çar bendan dicive:
Yek: Dengdan li ser reşnivîsa qanûna pejirandina lihevkirina xizmetkariya veguhastina asmanî di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Rûsyayê de.
Du: Xwandina yekê ji bo pêşniyareqanûna parastin û baştirkirina jîngehê.
Sê: Temamkirina xwandina yekê ji bo reşnivîsa pirojeqanûna xwedîtiya fikirê.
Çar: Temamkirina xwandina yekê ji bo pirojeqanûna balafirvaniya sivîl.
Ev di demekê de ye ku her îro Endama Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê Yadgar Mehmûd ji malpera K24ê re ragehandibû, “Mimkin e ji ber givaştinên siyasî, benda girêdayî vegerandina mafê xwedîtiyê ji bo wan milkên li serdema rijêma Beis hatine dagirkirin ji karnameya wê rûniştinê bê derxistin.”