Firaksiyonên Kurdî haydariyê li ser boykotkirina rûniştina Civata Nûnerên Îraqê dikin

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Civata Nûnerên Îraqê ragehand, “Eger li Civata Nûnerên Îraqê deng bi benda yekê ya karnameya rûniştina Civata Nûneran ji bo vegerandina mal û milkên welatiyan neyê dan, firaksiyonên Kurdî Civata Nûnerên Îraqê boykot dikin.”

Çavkaniyekê ji Civata Nûnerên Îraqê îro (Çarşem, 02.10.2024) ji malpera K24ê re ragehand, “Firaksiyonên Kurdî haydariyê li ser boykotkirina Civata Nûnerên Îraqê didin. Eger hat û heta dawiya vê gerê, deng bi benda yekê ya karnameya rûniştina Civata Nûneran ji bo vegerandina mal û milkên welatiyan neyê dan, ew dê rûniştinan boykot bikin.”

Li dû zanyaran, Sune heta niha bi wê pirojeqanûnê re nînin û dê wê rûniştinê boykot bikin, hin ji firaksiyonên Kurdî jî hevfêmkirin bi aliyên Şîe re heye ku tevlî wê rûniştinê bibin û dengê xwe bidin wê bendê, ji ber ku eger deng li ser wê pirojeqanûnê bên dan, pareke zevî û erdên Tirkmenên Şîe jî vedigere, xasma jî yên ku li sinorê Telehfer û Dûzxurmatûyê ne.

Wê çavkaniyê herwesa got, “Eger deng li ser wê pirojeqanûnê bê dan, pareke zêde ya zevî û erdan - ku di dema 50 salên borî de li dû biryara rijêma Beis hatine dagirkirin - ji bo xwediyên wan ên resen vedigerin ku cotyarên Kurd û Tirkmen in.”