Parêzgerê Dihokê berê binyatî ji bo 56 pirojeyan li Berdereşê dana
Di Kabîneya Nehê de 220 piroje li Berdereşê hatine bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê berê binyatî ji bo 56 pirojeyan li Berdereşê dana û got, “Karwana avedaniyê yê Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 02.10.2024) berê binyatî ji bo 56 pirojeyan li Berdereşê dana.
Piştî danana berê binyatî ji bo wan pirojeyan, Parêzgerê Dihokê di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Ev 56 piroje ji bo hemî sinorên qezaya Berdereşê ye, bi nahye û komelgeh û gund ve.”
Parvekirina pirojeyan:
- 19 pirojeyên bajarvaniyê
- 7 pirojeyên rêyan
- 10 pirojeyên avê
- 12 pirojeyên karebê
- 5 pirojeyên perwerdeyê
- 5 pirojeyên werzişê û ciwanan
Elî Teter li ser mijara bicihanîna pirojeyên tendirustiyê jî amaje da, “Em dê heftiya bê careke din vegerin qezaya Berdereşê û dê berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên tendirustî li sinorê wê qezayê danin.”
Navbirî herwesa ragehand, “Kabîneya Nehê heta niha 220 piroje bi gojimê zêdetirî 305 milyar dînaran li sinorê qezaya Berdereşê bi cih anîne, ku heta niha 129 piroje keftine ber xizmeta welatiyan.”
Parêzgerê Dihokê eşkere jî kir, “Di dema çend salên kêm de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 234 mîlometrên rêya otoban û rêyên din li sinorê qezaya Berdereşê çê kirine.”