Dezgeha Rewşenbîrî ya PDKê êrîşa mûşekî ya PKKê ya li Zaxo şermezar kir
Hewlêr (K24) – Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşa mûşekî ya vê êvarê ya çekdarên PKKê bo ser stûnên weşana hejmarek radyo û kanalên televîzyonê yên li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê bi tundî riswa û şermezar kir.
Di daxuyaniya Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê de hat diyarkirin: “Îro piştî nîvro çekdarên PKKê bi rêya mûşekan êrîşeke tirsonek li dijî bingeheke weşana dezgeha me ya li Çiyayê Bêxêr yê di navbera Duhok û Zaxoyê de encam da, ji ber êrîşê ziyaneke mezin a maddî gihîşte avahî û amûrên bingehê û bû sedema rawestana weşana Radyoya Duhokê û kanala Duhok TV û Radyoya Zaxo û kanala Delal TV û çend radyo û kanalên din, ku bi rêya wê bingehê weşana bername û programên xwe ji bo wê deverê dikin.”
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê eşkere kir: “Tevî ku em vê kiryara tirsonek bi awayê herî tund riswa û şermezar dikin, em radigihînin ku armanckirina bingeha weşanê û kanalên medyayî yên dezgeha me, ji bilî tirs û bizdîna PKKê ji dengê dilêr û wêrek û rastbêjiya ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, wateyeke din nade.”
Herwiha destnîşan dike: “Hewla nezok a çekdarên PKKê ji bo bêdengkirina dengê heqbêjan û dengê netewî û niştimanî yê medyakar û ragihandinên PDKê, ji bo nixumandina karên xwe yên neyasayî û dagirkeriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ye, loma bi awayekî tirsonek êrîşî yek ji bingehên herî pêşketî yên weşana Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin, ku ev bingeh ji bilî ku bingeheke weşana medyayê, nîşaneya şaristanî û pêşketina Herêma Kurdistanê ye û ti hincetek ji bo armanckirina wê tune ye.”
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê diyar dike: “Her weke eşkere ye, ev kiryara wan a nerewa jî, nîşaneya têkçûna bername û fikra demborî ya wê taqimê ye, ku xwe dispêrin hemû karên nemirovî û neyasayî ji bo gihîştina meramên xwe yên tawankarî û dagirkarî.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere dike: “Em careke din vê kiryarê riswa û şermezar dikin û ji çekdarên PKKê daxwaz dikin ku dest ji Herêma Kurdistanê berdin û êdî nebin sedema gef û neseqamgîriyê.”