Mesrûr Barzanî: Armanca me bilindkirina asta perwerdehiyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê bû û di merasîmê de gotarekê arasteyî mamoste û derçûyên zanîngehê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de ji bo beşdarbûna di ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê de kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo xwendekarên derçû, hêviya siberojeke geş xwest û destxweşî li dayîk û bav û kesûkarên wan kir.

Mesrûr Barzanî spasiya mamosteyan kir, ku erkê xwe yê pêgihadin û wanegotinê li hember xwendekaran encam dane û hêviya xwe anî ziman ku di peyama xwe ya fêrkirin û perwerdekirina nifşên Kurdistanê de serkeftî bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê ku Zanîngeha Duhokê yek ji zanîngehên herî mezin û sereke yên Herêma Kurdistamê ye, ku ji sala 1992yan ve, xizmeteke mezin dide xelkê Duhokê û devera Badînan û Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide proseya xwendin û perwerdehiyê û yek ji aliyên sereke yên proseya çaksaziya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sektora perwerdehî û xwendinê ye, ku pişkeke girîng û sereke ya vê çaksaziyê pêk tîne û ew dixwazin sîstema perwerdehiyê û xwendina bilind ber bi pêşve bibin, ku ligel pêşketina bêsînor a zanist û teknolojiya vê serdemê, guncaw be.

Herwiha diyar kir: “Armanca me ew e ku xwendekarên Kurdistanê, fêrî wê pisporî û şarezayê bibin ku bo bazar û pêşketin û pêşveçûna Kurdistanê pêdivî ye, da ku bibine piştevanekî bihêz bo pêşveçûna aboriya welatê me. Em bi rêya perwerdeyeke dirust û pêşketî, dê bikin nifşeke hişyar û têgihiştî dirust bikin û civakeke saxlem ava bikin, civakek ku mirovekî niştimanperwer û zanistperwer bo me dirust bike, çimkî divê armanca sereke ya xwendinê, bi tenê bidestxistina bawernameyê nebe, belkû bilindkirina asta rewşenbîrî û hişyariyê û pêşvebirin û xizmetkirina civakê be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, divê niştimanperwerî û hezkirina welat, yek ji armancên sereke yên proseya xwendin û perwerdehiyê be. Divê xwendekarên Kurdistanê li ser niştimanperwerî û mirovdostiyê û rêzgirtina li kesên beramber û lêborîn û pêkvejiyanê werin perwerdekirin, da ku piştî temamkirina xwendinê, bikarin sûdê bigihînin civaka xwe û bibine fakterekî bihêz ji bo pêşveçûna welatê me.

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rengên piştevaniyê dê ji bo kar û projeyên we yên dahêner bike, ez bawer im ku gencên Kurdistanê, xelkê dahêner yê tê de û çi yê wan ji gencên dahêner ên dinyayê kêmtir nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de careke din pîrozbahî li xwendekarên derçû yên Zanîngeha Duhokê kir û hêviya xwe anî ziman ku di jiyana xwe ya dahatî de serkeftî bin û nifşeke bi mifa û pir berhem bin ji bo welatê me.