Sefîn Dizeyî bo K24ê: Em dê helwesta Herêma Kurdistanê bigihînin Yekîtiya Ewropayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ji bo gihandina deng û helwesta fermî ya Herêma Kurdistanê li paytextê Ewropayê ne. Dizeyî bal kişand ser wê yekê jî ku mijara sereke ya civînên wan ligel Komîsyona Yekîtiya Ewropayê êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û peywendiyên bi Bexdayê re ne.
Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) li beranberî Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em dê ligel Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bicivin da ku her kes haydar bibe ku Herêma Kurdistanê ne parek ji şer û aloziyên deverê ye, herwesa daku ew ji nêzîk ve haydarî rûdanan bin."
Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê mijareke din a civînan bin; ji ber ku piştî sala 2003ê, welatên Ewropayê roleke berçav di avakirina Iraqê de hebû, lewma daxwaza sereke ya Herêma Kurdistanê ew e ku ew bikarin di çareserkirina arêşeyan de xwedî rol bin.
Sefîn Dizeyî amaje bi wê yekê jî kir ku, di dema borî de ji ber wan êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, piraniya welatên Ewropayê ew êrîş şermezar kirine.
Ev serdana Sefîn Dizeyî di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê di bin zexta êrîşên bi dron û mûşekan de ye. Hewlêr dixwaze piştgiriya dîplomatîk a Ewropayê bi kar bîne, daku hem ewlehiya xwe biparêze hem jî di danûstandinên aborî yên ligel Bexdayê de rewşê control bike.