Li Diyarbekirê piştî 50 salan yekem car li Dêra Ermenan merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Jineke Ermen a bi navê Suslî Bakir ku ji navçeya Farqîn a Diyarbekirê bû di 92 saliya xwe de wefat kir.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê li Dêra Ermenan ya Surp Giragos, piştî 50 salan yekem car rêwresma oxirkirina cenazeyekê hat birêvebirin. Rêveberên Cemaeta Ermenan  dan zanîn ku, ji ber sedemên cuda wan nedikarî rêwresma oxirkirina cenazeyên xwe li vê dêrê bikin, lê ji niha û pê de ew dê şîn û şahiyên xwe li vê dêrê birêve bibin.

Jineke Ermen a bi navê Suslî Bakir ku ji navçeya Farqîn a Diyarbekirê bû di 92 saliya xwe de wefat kir. Li dêra dîrokî ya Ermenan ya Surp Giragos rêwresma oxirkirina cenazeya Suslî Bakir birêve çû. Piştî 50 salan ev yekem rêwresma oxirkirina termekê bû ku li vê dêra dîrokî birêve diçe. Merasîm, ji aliyê birayê Suslî Bakir, Aram Ateşyan yê ku Metranê Wekîlê Giştî yê Berê yê Petrîkxaneya Ermenan bû, birêve çû.

Aram Ateşyan ji K24ê re diyar kir: “Ez ji Farqînê me, xwişka min Suslî Bakir, li Farqînê dijiya. Zarok û neviyên wê li vir in. Em zarokên vê axê ne. Ermen, Rûm, Suryan û Musewî em hemû malbatek in. Li cihê ku xweşbînî û hezkirin hebe ma çima mirov cûdaxwaziyê bike. Ez hêvî dikim ku dê rojek were û em ê hemû bi hev re li vî welatî wekî birayan bijîn. Îro jî me biratiya Misilmanan dît, em bi tenê nehiştin.”

Ev dêr mezîntirîn dêra Cemaeta Ermenan ya li Rojhilata Navîn e. Dêr xwedî dîrokeke 400 sal e. Demeke dirêj ji ber bêxweditiyê xirabe bû. Di şer û aloziyên xendekan yên 2015an de zirar dît. Dêr, îsal hat nûjenkirin.

Ji aliyê din ve Mirina Sûslî Bakirê misilman û ermen xemgîn kirin. Termê Suslî Bakirê li Goristana Qedîm ya Suryanan bi beşdarî hejmarek Misilman û Ermenan bi axê hat spartin. Misilman û ermenan gotin ew her şîrîkên xweşî û nexweşiyên hevdu bûn. 

Cîgirê Serokê Weqfa Ermenan a Diyarbekirê Ohannes Gafur Ohanyan ji K24ê re diyar kir: “Wekî ku hûn dibînin, hemû gel li vir in; Misilman, Xiristiyan, Kurd, Tirk.. Berê jî jiyan li vir bi vî awayî bû. Me îro careke din dît ku jiyan bi hev re tê parvekirin.”

Lîstikvan Mihemed Rûmet Soylu jî destnîşan kir: “Xwişka Suslî ji me re çîrokbêjeke baş bû. Hem jî karûbarên dirûn û terzîtiya malbatên me dikir.”