Macron: Êrîşa li ser Hewlêrê nayê qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, êrîşa dronî ya li sînorê Hewlêrê ku di encamê de serbazekî Fransî hat kuştin, bi tundî şermezar kir.
Macron di civîneke rojnamevanî de ragihand, êrîşa li ser Hewlêrê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Herwiha got ku siyaseta Fransayê ya li navçeyê tenê ji bo parastina hevpeymanan e û ew naxwazin têkevin ti şerî.
Serokê Fransayê derbarê bandora şerê Îranê li ser aboriya cîhanê de diyar kir, bilindbûna nirxê petrolê nabe hincet ku cezayên li ser Rûsyayê werin sivikkirin an rakirin.
Macron bal kişand ser gava Amerîkayê ya ji bo sivikkirina hinek cezayên ser Moskowê û got: "Dibe ku Rûsya bifikire ku ev şer fersendekê dide wan, lê heta Amerîka gavên wisa baveje jî, Fransa cezayan ranake."
Di dawiyê de Macron aşkere kir, ew amadekariya pakêta 20emîn a cezayan li dijî Rûsyayê dikin. Herwiha tekez kir, ew ê li dijî keştiyên "sîber" ên Rûsyayê ku ji bo vedizîna ji cezayan û hinardekirina petrolê tên bikaranîn, têkoşîna xwe bidomînin.