Fuad Husên: Hinardenekirina petrola Iraqê dê bibe sedema çendîn qeyranên aborî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, kişandina Iraqê bo nav qada şer dê bibe sedema belavbûna alozî û pevçûnan li seranserê herêmê. Her wiha Husên hewildana armancgirtina leşkerên Îtalyayê yên li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 13ê Adarê bi rêya telefonê li gel Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani peywendiyek encam da. Di peywendiyê de, her du wezîran behsa geşedanên dawî yên navçeyê û bandora wan a li ser asayîş û aramiyê kirin.

Fuad Husên bal kişand ser metirsiyên kişandina Iraqê bo nav eniyên şer û got: "Kişandina Iraqê bo nav vê rewşê karekî pir metirsîdar e û dibe ku bibe sedem ku şer welatên din ên herêmê jî bigire nav xwe."

Herwiha Fuad Husên behsa hewildana armancgirtina yekîneyên serbazî yên Îtalyayê yên ku li Herêma Kurdistanê bi cih bûne kir û tekez kir: "Iraq vê hewildanê bi tundî şermezar dike."

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îtalyayê piştgiriya welatê xwe ji bo Iraqê dubare kir û ragihand, Îtalyaya dê li dijî her êrîşeke ku aramî û ewlehiya Iraqê bike armanc, li gel Bexdayê bisekine.

Krîza enerjiyê û Tengava Hurmuzê

Fuad Husên di berdewamiya axaftina xwe de hişyarî da ku eger hinartina petrolê di Tengava Hurmizê re raweste, dê cîhan bi qeyraneke mezin a enerjiyê re rûbirû bibe. Herwiha got: "Eger Iraq nekaribe petrola xwe hinarde bike, ev yek dê bibe sedema qeyranên aborî yên giran ji bo welatê me."

Di dawiya peywendiyê de, her du wezîran tekezî li ser xurtkirina têkiliyên navbera Iraq û Îtalyayê kirin û her du welat wekî "welatên dost" pênase kirin ku pêwîstiya wan bi hevkariya ji bo berjewendiyên hevbeş heye.