Hay Eytan Cohen Yanarocak: Peymana geştên esmanî yên Tirkiye û Îsraîlê gaveke gelek baş e

Piştî 71 salan yekem car di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li ser endûstriya geştên esmanî, peymanek hate girêdan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Piştî 71 salan yekem car di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li ser endûstriya geştên esmanî, peymanek hate girêdan. Ji sala 2007an ve balafirên Îsraîlê yên ku ji ber hin yasayên Tirkiyê nedikarîn seferan bikin, piştî pêywendiya normalîzekirinê û peymana rêhewayî wê dest bi hatiçûnan bikin.

Tirkiye û Îsraîl di çarçoveya normalîzekirina pêywendiyan de, ji sala 1951an û vir ve ye yekem car e ku hatûçûya rêhewayî ya dualî bi peymanekê berfireh dikin. Îsraîl vê peymanê erê dike û destûrê dide tiştekî ku ev 71 sal in çênebûye.

Ev peyman dê bibe sedem ku seferên firokeyên Îsraîlê yên ber bi Tirkiyê ve ji nû ve werin destpêkirin û ji niha û pê ve dê hêlên hewayî yên Îsraîlê ji Stenbolê û herwiha ber bi cihên din ên Tirkiyê ve dakevin û rabin. Bi nêrîna pisporên Îsraîlî ev peymana seferên esmanî tê wê wateyê ku Tirkiye di warê yasayî de gava xwe bi paş de avêtiye.

Ji Navenda Lêkolînên Ewlehî û Stratejiya Orşelîmê (Qudûs) JISS, Pisporê Polîtîkayên Tirkiyê Dr. Hay Eytan Cohen Yanarocak ji K24ê re ragihand: “Ji sala 2007an ve ye ji ber yaseyekê balafirên Îsraîlê nikarin bikevin Tirkiyê. Ji ber ku li hemû cîhanê balafirên Îsraîlê bi hêzên çekdar têne parastin. Lê ev yasaya Tirkiyê rê nade vê yekê. Şikestina vê helwestê ji bo endustriya asîmanî ya Îsraîlê û geştyariya Îsraîliyan gaveke gelekî bi qîmet û baş e. Herwiha ji bo Tirkiyê jî. Ji ber ku hejmareke zêde Îsraîlî serdana Tirkiyê dikin yan jî bi ser Tirkiyê re diçin welatên din.”

Li gorî daneyên Saziya Amarên Tirkiyê TUÎKê ji sala 2012an heta sala 2022an yanî di 9 salan de 2 milyon û 395 hezar û 163 geştyarên Îsraîlî bi rêya balafirên Tirkiyê serdana Tirkiyê kirine. Hejmara herî zêde berî pandemiyê di sala 2019an de pêk hatiye ku 507 hezar û 459 Îsraîliyan bo geştê serdana Tirkiyê kirine. Li gorî dîplomatên Tirk jî her çiqas pêdiviya Îsraîlê wekî berê bi Tirkiyê nemabe jî ev peyman bo her du aliyan jî gaveke stratejik e.

Balyozê berê yê Tirkiyê yê li Washingtonê Faruk Logoglu ji K24ê re ragihand: “Dewletên herêmê divê hewla çareseriya kêşeyên deverê bidin. Ji xwe tu carî yekser pêwendî bi Îsraîlê re nehatibûne birîn. Her çiqas wekî berê pêdiviya Îsraîlê bi Tirkiyê nîn be jî girêdana pêwendiyên wekî rêhawayî rûdanên giring û stratejik in. Herwiha pêywendiyên baş yên bi Îsraîlê re tê wateya pêywendiyên baş yên bi Amerîkayê re jî.”

Tê diyarkirin, yek ji sûdeweriya vê peymanê hatûçûya balefirgeha Ramonê ye. Ev balafirgeh li başûrê Îsraîlê ye û Filistiniyên ku li Kertê Rojava dijîn û berê di ser balafirgeha Emmanê re dihatin Tirkiyê, êdî wê karibin ji balefirgeha Ramonê derbasî Tirkiyê bibin. Niha Tirkiyê bi vê peymanê li aliyekî dilê Îsraîlê û li aliyê din jî yê Filîstiniyan xweş dike ku turîzma Tirkiyê jî dê jê sûdeke mezin werbigire.