Parêzgarê Silêmaniyê: Kêmxemiya Bexdayê rê li ber êrîşên nû yên li ser Kormorê vekiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir êrîşa şeva borî ya li ser kêlgeha Kormorê şermezar kir û ragihand, bêdengiya desthilatdarên Iraqê û cezanekirina tawanbaran di bûyerên berê de, bûye sedema dubarebûna van êrîşan.
Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir îro 27ê Mijdarê di kongreyeke rojnamevanî de got: "Em daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bi biryardarî û bi hevahengî kar bikin ji bo bidawîanîna van tawanên ku dubare dibin."
Ebûbekir rexne li helwesta berê ya Bexdayê girt û got: "Kêmxemiya berê ya desthilatdarên Iraqê di eşkerenekirina tawanbaran de, bûye rêxweşker û hander ji bo van cure tawanan."
Tekez kir jî, parastina serweriya axa Iraqê û Kêlgeha Kormorê erkê Hikûmeta Federal e û got: "Ez hêvîdar im ev dawîn tawan be ku rûbirûyê ax û gelê me dibe û em tişta ku me bi dest xistiye bi hêsanî ji dest nedin."
Şeva borî Kêlgeha Kormorê ya li sînorê Çemçemalê rastî êrîşeke droneyî hat û agir bi embareke gazê ket. Rêveberê Berevaniya Sivîl a Çemçemalê Luqman Hesen ragihand, sibeha îro tîmên wan karîne agirê ku nêzîkî 9 demjimêran li embareke gazê berdewam kiribû, kontrol bikin.
Wezaretên pêwendîdar ên Herêmê jî piştrast kirin ku ji ber rawestana hinartina gazê, berhemhênana elektrîkê ji 4000 megawatan daketiye 1500 megawatan.
