Freedom House: Di warê parastina mafê mirovan de Tirkiye di rêza 146an de ye

Li Tirkiyê bi serkêşiya Yekitiya Ewropayê bi sedan saziyên sivîl yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê parastina mafê mirovan dikin civiyan
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê bi serkêşiya Yekitiya Ewropayê bi sedan saziyên sivîl yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê parastina mafê mirovan dikin bi festîvalekê li hev civiyan. Rewşa penaberên li Tirkiyê û arîşeyên di warê darazê de rû didin mijarên sereke yên festîvalê bûn.

Li gorî raporta saziya navdewletî Freedom Housê di du salên borî de herî zêde li Tirkiyê mudaxaleyê darazê hatiye kirin û di warê parastina mafê mirovan de jî Tirkiye di nava 195 welatan de di rêza 146an de cih digre û her ku diçe di warê parastina mafên mirovan de ji hêmanên gerdûnî yên mafê mirovan dûr dikeve. Ji ber vê çendê li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Yekitiya Ewropayê û Navenda Pêşxistina Saziyên Sivîl ji bo ku ev rewşa Tirkiyê bê guherîn festîvala “Dengê Sivîl” hate sazkirin. Li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdustanê nêzî 300 sazî û rêxistinên sivîl yên ku mafên jin, zarok penaber, rojnamevan û kêmnetewan diparêzin beşdarî vê festîvalê bûn.

Serokê Navenda Pêşxistina Saziyên Sivîl Levent Korkut ji K24ê re got: “Bi armanca ku kêşeyên civaka sivîl em bi hev re binirxînin û rêyên çareseriyê peyda bikin me ev festîval li darxist. Em dixwazin bi vê çalakiya xwe hemû binpêkirinên di warê mafê mirovan de rû didin bi vê çalakiyê raxin ber çavan.”

Herî zêde sazî û rêxistinên penaberan di festîvalê de cîh girtin da ku kêşeyên penaberên li Tirkiyê dijîn berfirehî raber bikin.

Seroka Komeleya Mafê Penaberên Efganî Dr. Zakîra Hekmet got: “Du kêşeyên serekî yên penaberên Efqanî û Surî li Tirkiyê hene. Bi sedhezaran penaber bi fermî nayên tomarkirin ber vê çendî alîkarî ji bo wan nayê kirin. Li gel vê yekê kes zû bi zû kar nade penaberan ber vê yekê pemnaber ji hemû mafên serekî yên jiyanê bêpar in.”

Di vê festîvalê de yek jî mijara sereke, rewşa dadperweriya li Tirkiyê bû û saziyên ser vê mijarê beşdarî festîvalê bûn dibêjin her roj baweriya bo edaleta Tirkiyê kêm dibe

Berpirsê Akademîya Edaletê ya Tursun Baran Yaşar Karakan diyar kir: “Li Tirkiyê gorî lêkolînên me ji ber nebûna dadweriyeke bêalî niha 100 hezar kes mexdûr e û di girtîgehan de ne. Tenê li ber destê saziya me dosyeya 428 kuştinên bi destê asayîşê hatine kirine hene. Lê belê heta niha tenê yek endamê asayîşê jî nehatiye sizakirin.”

Bi sedan saziyên sivîl ji bo ku kêşeyên mafên mirovî yên li Tirkiyê temamî bên çareserkirin di festîvaleke du rojan de hatin bal hevdu. Lê belê beşdarên festîvalê dibêjin ku divê hikumet jî ji bo van kêşeyan çareseriyan peyda bike.