Almanya 11 welatiyên xwe ji kampa Roj wergirtin

Kampa Roj
Kampa Roj

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya 11 welatiyên xwe ji kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê vegerandin Almanyayê.

Wezîra Derve ya Almanya Annallina Birbock ragihand, şeva borî wan 7 ciwan û 4 jinên çekdarên DAIŞê yên Almanî ji kampa Roj vegerandine Almanyayê.

Birbock tekez kir, wê “hema hema hemû dozên naskirî" yên malbatên Almanî yên li kampên li wî welatî temam kirine.” Gotî jî: “Ez rihet im ku bi yekê re hemû dozên naskirî dê werin girtin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve eşkere kir ku ew jin û ciwanên hatine vegerandin "dê ji ber kiryarên xwe bêne dadgehîkirin", û piştî hatina wan bo Almanyayê, ew hatine girtin.

Wezaretê diyar kir ku di çarçoveya 6 operasyonên vegerandinê yên ku heta niha hatine kirin de, 76 zarokên temen biçûk û 26 jin ji Rojavayê Kurdistanê bo Almanyayê hatine vegerandin.

Kampa Roj li rojavayê bajarokê Dêrikê ye û dora 2500 jin û zarokên DAIŞê lê dimînin ku piraniya wan ji malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.

Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene û Rêvebiriya xweser dibêje rewşa van malbatan pêwîstiya wan destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.