Hêzên ser bi Tirkiyê ve 2 meh in av li ser bajarê Hesekê qut kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, nêzîkî du mehan e ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê qut kiriye. Hevserokê Rêveberiya Avê ya Hesekê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku fişarê li dewleta Tirkiyê bikin ta ku westgeha Elokê weke çekekî li dijî xelkê herêmê bikar neyîne.

Jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ve, ji westgeha Elok a li Serê Kaniyê ye, Hevserokê Rêveberiya Avê ya Hesekê Newar Sebrî diyar dike, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 22ê Tebaxa borî ve av li ser bajarê Hesekê ve qut kiriye.

Newar Sebrî dibêje, hêzên Tirkiyê û çeteyên wê, bi qest xetên avê yên bajarê Hesekê û xeta elektirîkê ya digihe westgeha Elokê armanc dikin û herêmê ji ava vexwarinê bêpar dikin.

Tevî ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derbarê westgeha Elokê de di dawiya sala 2019’an de lihevkirinek hebû, ku nabe ev westgeh wek çekekî li dijî gelê herêmê were bikaranîn, lê qutkirina avê berdewam dike.

Qutkirina avê krîzeke mirovî ya mezin dirust kiriye; Ji ber ku zêdetirî 1.5 milyon kes li Hesekê ji avê bêpar in, xelk jî neçar in ku ava vexwarinê tankeran û bi nirxên giran bikirin.

Li gorî belge û peymanên navdewletî û di nav de Peymana Cenêvê, bêparkirina xelkê ji avê, we tawaneke cengê û li dijî mirovatiyê tê dîtin.

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Hesekê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku fişarê li dewleta Tirkiyê bikin ta ku westgeha Elokê weke çekekê li dijî xelkê herêmê bikar neyîne û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, bilez hevkariyê bi Rêveberiya Avê ya Hesekê re bikin.