Gedo: Têkiliyên Enqerê bi Şamê re pirsgirêka gelê Sûriyê çareser nake

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdullah Gedo li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo nav herêma Efrînê diyar kir, Tehrîr El-Şam ziyaneke mezin gihande deverê.
Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Ebdullah Gedo
Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Ebdullah Gedo

Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdullah Gedo li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo nav herêma Efrînê diyar kir, Tehrîr El-Şam ziyaneke mezin gihande deverê. Herwiha li ser têkiliyên Enqere û Şamê jî got: “Têkiliyên Enqerê bi Şamê re, ti pirsgirêka gelê Sûriyê çareser nake.”

Ebdullah Gedo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo nav herêma Efrînê û deverên din, herwiha li ser têkiliyên Enqere û Şamê axivî.

Gedo derbarê Heyet Tehrîr El-Şam de diyar kir: “Ev cara duyem e ku Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst derbasî Efrîn û deverên din dibe, ji wan deverên ku ser bi hikûmeta demkî ve ne, vê carê hinek dirêjtir kir û zirar gihandiye herêmê.”

Nûnerê ENKSê yê li Opozîsyona Sûriyê Ebdullah Gedo diyar kir, gava ku di navbera grûpên çekdar ên ser bi Îtîlafê de alozî û şer derket, Desteya Tehrîr El-Şam jî ew yek weke derfet bi kar anî û derbasî nav Efrînê bû, lê şerekî mezin li dijî wê rûda û xwepêşandan li dijî wan hatin kirin.

Herwiha eşkere kir ku Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê îro daxuyaniyek belav kir ku ew li dijî wî şerî ye ku Heyet Tehrîr El-Şam li herêmê dike.

Derbarê asayîkirina têkiliyên Enqere û Şamê de Ebdullah Gedo diyar kir: “Têkiliyên Enqerê bi Şamê re, têkiliyên Urdinê bi Şamê re û têkiliyên Iraqê bi Şamê re, ti pirsgirêka gelê Sûriyê çareser nake û ji bilî Neteweyên Yekbûyî û ji bilî proseya navdewletî ku dixwaze dawî li qeyrana Sûriyê bîne, ti kes nikare çareser bike.”

Herwiha got: “Dibe ku danûstandinên Tirkiyê bi Şamê re bibe, lê di çarçoveya berjewendiyên wan ên ewlehiyê de ye, belkî carinan siyasî be, belkî girêdayî hilbijartinên Tirkiyê be.”