Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê: Keda Pêşmerge ya ji bo rizgarkirina Kobanî nayê jibîrkirin

Di salvegera derbasbûna Pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanî de siyasetmedarên Kurd balê dikêşin ku ew roj di dîroka neteweyî ya Kurdistanê de rojeke zêrîn e ku giyanê neteweyî yê xelkê Kurd di pêşwaziya Pêşmerge de xwe daye der.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di salvegera derbasbûna Pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanî de siyasetmedarên Kurd balê dikêşin ku ew roj di dîroka neteweyî ya Kurdistanê de rojeke zêrîn e ku giyanê neteweyî yê xelkê Kurd di pêşwaziya Pêşmerge de xwe daye der.

Di 29ê Cotmeha 2014an de dema ku Kobanî di bin êrîşên giran ên DAIŞê de bû pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serok Mesûd Barzanî û bi pesendkirina Parlamentoya Kurdistanê ji bo piştevaniyê ji Başûrê Kurdistanê derketin rê û ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û dema derbasbunê de ji aliyê xelkê ve rastî pêşwaziyeke germ hatin.

Di salvegera derbasbûna Pêşmerge bo Kobanî de siyasetmedarên Kurd dibêjin dîmenên pêşwaziya xelkê Bakur berhemeke zêrîn û neteweyî ya dîroka Kurdistanê ye.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk ji K24ê re diyar kir: “Wê rojê ji Zaxo heta Kobaniyê xaka Kurdistanê bibû Qada Çarçira. Wê rojê hestên neteweyî yên xelkê Kurdistanê xwe da der. Hestên 60 milyon Kurdên cîhanê wê rojê bibûn yek.”

Sazî û rêxistinên Kurdistanî jî bo derbasbûna Pêşmerge dibêjin Pêşmerge di warê yekbûna neteweyî de kariye bibe sembolek û bang dikin ku divê her aliyek Kurd xwedî li vê rola Pêşmerge derbikevin.

Sekreterê Giştî yê Herketa Azadî Metîn Pîranî ji K24ê re diyar kir: “Çi dema ku pêwîstiyek bi pêşmerge çêbûye, bêguman Pêşmerge rola xwe leyîstiye. Wê rojê ez jî cem pêşmerge bûm. Ji Xabur heta Pirsûsê li gel wan bûm. Ez ti caran wê coş û kelecana di çavên xelkê Bakur de ji bîr nakim.”

Piştî ku hêza Pêşmerge gihîşt Kobaniyê  rewşa şer guherî û DAIŞ hat têkşikandin û di Adara 2015an de Kobanî bi temamî ji DAIŞê hat rizgarkirin û hêza Pêşmerge jî piştî ku peywira xwe cîbicî kir, vegeriya Başûrê Kurdistanê.