Di êrîşên Tirkiyê de 7 şervanên HSDê û leşkerên Sûrî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Helebê de, di 24 demjimêrên borî de 4 şervanên HSDê û 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de baregehên artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bakurê Helebê heta Hesekê bombebaran kirin.

Diyar kir jî, di encama êrişên li ser firokexaneya leşkerî ya Minixê û çend navçeyên din li bakurê Helebê yên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û artêşa Sûriyê lê bi cih dibin de, 3 lekerên artêşa Sûriyê hatin kuştin û çend leşkerên din birîndar bûn.

Di heman demê de, di pênc êrîşên li ser çeperên HSDê li Hesekê de, 4 şervanên HSDê hatin kuştin û çend şervanên din jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî yên giran gihîştine wan herêman.

Li Kobanî jî, bi dehan top li gundên Aşmê û Qermûx, li rojhilatê Kobanî û gundê Salim li rojavayê Kobanê û navçeyên sînorî bi Tirkiyê re û heta gundewarê Reqayê ketin.

Her wiha hejmarek gundên Girê Sipî, Eyn Îsa û gundên nêzî rêya “M4” ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên alîgirên wê ve rastî topbarana bênavber hatin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê jî, 30 gund û baregehên li gundewarê Hesekê jî ji aliyê hêzên Tirkî ve hatin topbarankirin, bêyî ku amaje bi ziyanên canî yên wan êrîşan bike.

Destnîşan kir jî, di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin di mal û milkên xelkê û ji tirsa topbarankirina bêserûber, xelkê gundên sînorî ber bi deverên dûrî sînor ve koçber bûn.