Saziyên Sivîl: Bila Tirkiye pabendî peymanên mafên mirovan be

Li Diyarbekirê 25 sazî û rêxistinên sivîl bi boneya 10ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan bi çalakiyan bal kişandin ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê 25 sazî û rêxistinên sivîl bi boneya 10ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan bi çalakiyan bal kişandin ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan. Li gorî raportên saziyên parastina mafên mirovan, li Tirkiye û Bakur herî zêde mafên kurdan tên binpêkirin.

Li Diyarbekirê rêveber, nûner û endamên rêxistinên parastina mafên mirovan, li ber Peykerê Danezana Mafên Mirovan ya li Parka Koşuyolu hatin cem hevdu û bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan.

Li gorî ragihandina rêxistinên sivîl li Tirkiyeyê, peymanên navdewletî tên binpêkirin, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafê azadiya derbirînê, mafê parastina welatiyan û mafên siyasetmedaran tên binpêkirin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan Abdullah Zeytûn ji K24ê re diyar kir: “Di mijarên demokrasî û parastina mafên mirovan de li vê herêma me bûyerên li dijî demokrasiyê û li dijî hiqûqê pêk tên. Sedemên vê yekê jî polîtîkayên dewletê yên li ser kurdan û sazî û rêxistinên kurdan e. Bêhiqûqiyê dimeşînin, bêdemokrasiyê dimeşînin.”

Li gorî daneyên saziyên sivîl, di 2022an de 70 girtiyên nexweş di girtîgehan de canê xwe ji dest dane û mafên dermankirina hezar û 500 nexweşên girtî tê binpêkirin.

Nûnerên sazî û rêxistinan tînin ziman ku azadî û ewlehiya kesan û qedexeya îşkenceyê jî dîsa di nav binpêkirinan de cih digire. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê, di 11 mehên sala 2022’an de bi angaşta îşkence û miameleyên xirab bi giştî hezar û 130 kesî serî li saziyên parastina mafên mirovan dane.

Nûnerê Şaxa Diyarbekirê ya Weqfa Mafên Mirovan Murat Aba diyar kir: “Di destpêkê de ez bibêjin îşkence zêdetir bûye, ya diduyan jî xweîfadekirin tê astengkirin. Sedemên vê ew e ku zilm û zextên dewletê zêdetir bûne. Dewlet naxwaze ti kes li ser mafan û li ser heqîqetê biaxive. Divê ev yek demildest bê rakirin.”

Li gorî ragihandina rêxistinên sivîl, di 11 mehên 2022’an de herî kêm 558 jin hatine kuştin û rojane mafên jin û zarokan tên binpêkirin. Sazî û rêxistinên parastina mafên mirovan bang li rayedarên dewlet û hikûmetê dikin ku pabendî peymanên mafên mirovan yên navdewletî bin.