Nêrîna siyasetmedar û mafnasên Bakur li ser yekrêziya PDK û YNKê

Siyasetmedar û mafnasên Bakurê Kurdistanê bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin ku girîng e herdû partiyên dîrokî û girîng yên Kurdan yekrêziyê ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê nîşan bidin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedar û mafnasên Bakurê Kurdistanê bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin ku girîng e herdû partiyên dîrokî û girîng yên Kurdan yekrêziyê ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê nîşan bidin û ev yek dê ji bo hemû kurdên parçeyên jî bibe moral.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicioglu ji K24ê re diyar kir: “Ez bawer dikim yekrêzî di nava Kurdan de çêbe ev yek gelek girîng e. Pêdivî pê heye. Ger yekrêzî di nava Kurdan de çêbibe dê parastina destkeftî û statuya Kurdistanê wê hêsantir be. Yekrêzî nebe, Kurd nava xwe de bi hevre micadeleyê bikin, gengeşî nav wan de mezin bibe dê tev zirarê bibînin, lê zirarê mezin dê gelê Kurd bibîne.”

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş ragihand: “Eger Kurd di warê siyasî, aborî û leşkerî de li Bexdayê yekrêziya xwe ava bikin ev yek dê serkeftinek mezin be û gelek baş e û em vê yekê dipejirênin.”

Mafnas Îbrahîm Guçlu destnîşan kir: “Di eslê xwe de herdû partî tarîxî û nêzîkî hev in. Ji bingehekê têne. Ji ber wê yekê jî her çiqas problema wan çêbibin jî bi helwesta Mam Celal û Kek Mesûd ê Serokê Kurdistanê karîne pirsgirêkan çareser bikin, yekrêziyê ava bikin û dewleta federe ya Kurdistanê ava bikin û makezagona federe ya Iraqê ava kirine. Yekrêziya wan dewleta federe ya Kurdistanê xurt dike û girîng e.”

Mafnas Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir: “Li Başûrê Kurdistanê 25ê Îlonê 2017an de gel îradeya xwe nîşan da û diyar kir û bi %92 gotin em dewletek serbixwe dixwazin. Bikaranîna vê îradeya gel ser milê siyasetmedaran de ye û bi teybetî jî dikeve ser milên PDK û YNKê. Divê Kurdistanek xwe bi hiqûqê dorpêçkirî ava bibe û bo Rojhilata Navîn jî bibe ronahiyek.”