Kurdên Kerkûkê di tirsa guhertina demografî û tomarkirina dengderan de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji sala 2005an ve li Kerkûkê ti hilbijartinên encûmenên parêzgehan li Kerkûkê nehatine kirin. Tevî ku diviyabû di sala 2009'an de hilbijartin bihata kirin jî, lê ji ber nakokiyên pêkhateyên wî bajêrî, nehat kirin.

Biryar e hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê di meha Cotmeha bê de bên kirin, pêkhateyên Kerkûkê jî xwedî nêrînên cuda ne, bi taybetî Kurd ku tirsa wan ji tomarkirina dengderan û guhertina demografî ya piştî sala 2017an heye ku dê bandorê li encamên dengdanê bike.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Erebî li Kerkûkê Hatim Taî ji K24ê re ragihand, “Em dixwazin hilbijartin li gelek herêman bên kirin, ji ber ku bi vî awayî mafên pêkhateyan dê were parastin û divê tedbîrên pêwîst jî ji bo paqijkirina qeyda dengdêran bên girtin.”

Kurdên ku di hilbijartinên sala 2005an de li Kerkûkê bi rêya lîsteya Biratî piraniya dengan bi dest xistibûn, daxwaza hilbijartinan dikin, ji bo dawî li vê rewşa niha bê. Lê tirsa xwe ji tomarkirina dengderan venaşêrin, bi taybetî ku hejmarek mezin ji malbatên Ereb piştî sala 2017an li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Kerkûk-Selehadînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Elî Qeleyî dibêje: “Ji 16’ê Cotmehê ve gelek Ereb ketine Kerkûkê, beşek ji wan ji bo erkê leşkerî hatine ku ser bi artêşa Iraqê, Heşdî Şeibî yan jî hêzên ewlehiyê ve ne û formên xwe yên xwarinê û nasnameyên xwe veguhestine Kerkûkê.”

Tirkmen jî li ser hilbijartinan dibêjin, ji ber parçebûna ciyografiya pêkhteya Tirkmen li parêzgehê, ew daxwaza Kerkûk yek bazneya hilbijartinan be, da ku dengên xwe winda nekin.

Berpirsê Eniya Tirkmenî li Kerkûkê Qehtan Wendawî ji K2 re ragihand, “Em piştevaniya lidarxistina hilbijartinan li Kerkûkê di yek bazneyê de dikin.”