Panoramaya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de ligel her çar serokatiya Iraqê civiya û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mijarên hevbeş ên herdu hikûmetên Herêm û Federal gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de ligel her çar serokatiya Iraqê civiya û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mijarên hevbeş ên herdu hikûmetên Herêm û Federal gotûbêj kirin.

Îro Çarşemê 11ê Çileya 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte Bexdayê û ji aliyê her çar serokatiyên Iraqê hat pêşwazîkirin.

Ev serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî pêkanîna kabîneya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî, yekem serdana bo Bexdayê û civîna ligel serokatiyên Iraqê ye.

Mesrûr Barzanî di serdana xwe de destpêkê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Piştî gihîştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em vegeriyane Bexdayê û em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin, ji bo paşerojeke baştir û geştir ji gelê me re ava bikin.”

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna navbera Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî de tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û karnameya wezarî hatiye kirin.

Rawestgeha duyem a serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, Mesrûr Barzanî ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd civiya.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li gor destûrê, gotûbêj hat kirin, herwiha tekezî li ser dakokîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê jî civiya.

Li gor daxuyaniya hikûmetê, di civîna navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan de, herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Rawestgeheke din a serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê, civîna ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bû.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên daliqandî, bi taybetî mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federal de û amadekirina projeyasaya petrol û gazê ya federal û cîbicîkirina Madeya 140 û desteberkirina mafên destûrî yên Pêşmerge û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kiriye.

Di çarçoveya serdana xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Sefedî hevdîtinek pêk anî û di civînê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Parlamentoya Urdinê silav û rêzên Şahê Urdinê Şah Ebdullah ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re gihand û daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kiriye.