Rayedarên Yekîtiya Ewropayê bersiva çend pirsên Kurdistan24ê dan

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Wezîrên Derve yên Fransayê, Awusturya, Slovenyayê, derbarê rûbirûbûna çekdarên DAIŞê de bersiva pirsa Kurdistan24ê dan.

Bruksel (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Wezîrên Derve yên Fransayê, Awusturya, Slovenyayê, derbarê rûbirûbûna çekdarên DAIŞê de bersiva pirsa Kurdistan24ê dan.

Îro Duşemê 23ê Çileya 2023an, yekem civîna wezîrên derve yên Ewropayê di sala nû de bi beşdariya 27 wezîran birêve diçe û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell serperiştiya civînê dike.

Josep Borrell li ser pirsa Kurdistan24ê, nîgeraniya xwe ji ber metirsiyên DAIŞê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan da.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew di çarçoveya Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de dimînin û hewl didinev hevpeymanî berdewam bibe, ji ber ku DAIŞ bi dawî nebûye.

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna

Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg ji Kurdistan24ê re ragihand, DAIŞ ne tenê li Rojhilata Navîn çalak e, di heman demê de li welatên Efrîqayê jî çalak bûne, loma ew DAIŞê wek metirsiyeke cidî dibînin.

Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg

Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto di pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê de li ser tirsa Kurdên li Fînlandayê di egera deportkirina bo Tirkiyê de ragihand, zêdetirî 10 hezar Kurd li Fînlandayê dijîn û kêşeya Tirkiyê ligel wan tune ye.

Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto

Wezîra Derve ya Slovenyayê li ser mijara Îran û Supaya Pasdaran û grûpên çekdar ên Îranê û xistina wan a nav lîsteya terorê, bersiva pirsa Kurdistan24ê da û ragihand, ew ji xwepêşandan û darvekirin û mafên jinan ên li Îranê agahdar in û hewl didin sizayên zêdetir bi ser Îranê de bisepînin.

Wezîra Derve ya Slovenyayê

Li gor daxuyaniyeke fermî ya Yekîtiya Ewropayê, di civînê de li ser çend mijaran gotûbêj hatiye kirin ku ew mijar ji "şandina tankan ji aliyê welatên Ewropayê ve bo Ukraynayê li dijî Rûsyayê, Supaya Pasdaran û grûpên din ên çekdar ên ser bi Îranê bixin nav lîsteya terorê, ligel çend mijarên din taybet bi welatên Ermenistan, Efxanistan, Venezuela û çend welatên din" pêk tên.