Wezîrê Rewşenbîrî: Cîbicînekirina yasaya zimanên fermî li Herêma Kurdistanê berpirsyariya me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Mihemed Seîd Elî ragihand, yasaya zimanên fermî li Iraq û Herêma Kurdistanê nehatiye cîbicîkirin û got: “Cîbicînekirina yasaya zimanên fermî li Herêma Kurdistanê berpirsyariya me ye.”

Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Mihemed Seîd Elî di konferansa li ser pirsgirêkên ziman di medya û reklamên bazirganî de ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Weşanê ve tê organîzekirin got, Yasaya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin, erkê parastina zimanê Kurdî û zimanên din bi vê wezaretê spartiye.

Got: “Di çarçeweya vê yasayê de Wezareta Rewşenbîrî û Lawan bi erkê xwe dizane ku giringiyê bide vê pirsê û di xema parastina zimanê Kurdî û zimanên pêkhateyan de be.”

Di sala 2014an de Encûmena Nûneran a Iraqê yasaya zimanên fermî derxist ku tê de tekezî li ser firehiya zimanî li Iraqê tê kirin, di dawiya wê sale de jî Parlamentoya Kurdistanê yasaya zimanên fermî li Herêma Kurdistanê derxist.

Mihemed Seîd Elî got, yasaya zimanên fermî li Herêma Kurdistanê ji 27 madeyan pêk tê û hemû warên taybet bi zimanê yasay û dadgehê, zimanê saziyên hikûmetê, zimanê perwerdeyê û zimanê rêk xistiye. Got: Tevî piştevaniya destûr û yasayan bo zimanê Kurdî û zimanên pêkhateyan, lê heta niha ew yasa li Iraq û Herêma Kurdistanê nehatine cîbicîkirin.

Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê derbarê cibicînekirina yasaya zimanên fermî de got: “Sûcê me ye, lewma divê Wezareta Rewşenbîrî û aliyên pêwendîdar bi cidî li ser vê mijarê kar bikin.”

Di Konferansa Pirsên Ziman di Ragihandin û Reklama Bazirganî de, di du rojan de dê 4 panel ji aliyê pisporên ziman û rojnamevanan ve werin pêşkêşkirin.