Erebên hawirde gefa dagirkirina gundekî Kerkûkê dixwin

Jêderekî ji gundê Şenaxe yê ser bi Sergeran ji Kurdistan24ê re ragihand, Erebên hawirde gefê li cotkarên Kurd ên gundê Şenaxe xwarine û dixwazin îro bikevin nav gund û zevî û erdên cotkarên Kurd dagir bikin.

Kerkûk (K24) – Jêderekî ji gundê Şenaxe yê ser bi Sergeran ji Kurdistan24ê re ragihand, Erebên hawirde gefê li cotkarên Kurd ên gundê Şenaxe xwarine û dixwazin îro bikevin nav gund û zevî û erdên cotkarên Kurd dagir bikin.

Jêderê Kurdistan24ê diyar kir, Erebên hawirde çadir bi xwe re anîne û niyeta wan xirab e û dixwazin li gund bimînin û zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Herwiha eşkere kir, di egera hatina wan de, cotkarên Kurd dê rûbirûyî wan bibin û rê nadin vê dagirkeriyê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ji bo rêgirtina li her egereke neçaverêkirî, hêzeke artêşa Iraqê jî li nav gund hatiye belavkirin.