Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên xwe li Bakur didomîne

Dezgeh her roj alîkariyê bo taxekê belav dike û herî dawî jî di taxeke balkêş û watedar de alîkarî belav kir. Taxa ku wek Kampa Pêşmerge tê nasîn ku di sala 1988an de welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji ber operasyonên Enfalê hatibûn Diyarbekir li vê taxê diman.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Diyarbekirê alîkariyên xwe bo welatiyan didomîne û ji bo meha Remezanê jî alîkarî bo welatiyan tê belavkirin û welatî jî ji alîkariyan keyfxweş in. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî  li Diyarbekirê li devera ku wek kampa Pêşmerge tê nasîn alîkarî belav kir.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê bi tîmeke berfireh hemû cûre alîkarî şand bajarên ji erdhejê bibandor bûne ku yek ji wan bajaran jî Diyarbekir e û alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di meha Remezanê de jî didome.

Dezgeh her roj alîkariyê bo taxekê belav dike û herî dawî jî di taxeke balkêş û watedar de alîkarî belav kir. Taxa ku wek Kampa Pêşmerge tê nasîn ku di sala 1988an de welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji ber operasyonên Enfalê hatibûn Diyarbekir li vê taxê diman.

Mihemed Mehdî yê wê demê ji Zaxo hatibû vê taxê  niha wek berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan li vê taxê belav dike.

Serokê Tîma Diyarbekirê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mihemed Mehdî ji K24ê re diyar kir: “Di sala 1988an de dema xelkê me ji Zaxo hatîn li vê kempê diman. Ez jî wê demê zarok bûm û li vê kempê dimam. Hestek xweş e ku niha alîkariya welatiyên vê derê em dikin.”

Welatiyên ku alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihiştin wan jî ji alîkariyan keyfxweş bûn, yên ji dema hatina welatiyên Herêma Kurdistanê ve li vê taxê dijîn jî dibêjin girîng û hêja ye ku Kurd alîkariya hev dikin.

Welatiyekî ji K24ê re diyar kir: “Berê ew hatin vê derê me alîkariya wan kir û niha jî ew hatine alîkariya me. Em spasiya wan dikin.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Xwedê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî razî be. Em ji alîkariyan gelek keyfxweş in.”

Avahiyên ku piştî erdheja Licê ya sala 1975an bo mexdûran hatibûn avakirin, paşê ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê mêvandarî kirin û niha jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo welatiyên vê derê alîkariyê belav dike.