Cano Amedî: Heta Tirkiye pirsa Kurd çareser neke nikare bibe endama Yekîtiya Ewropa

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Piştî demek dirêj Tirkiyê dîsa berê xwe da Yekîtiya Ewropayê. Aliyek ji siyasetmedarên Kurd dibêjin, heta Tirkiye pirsa Kurd çareser neke nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropa, beşek jî dibêjin ji ber ku ti rêyek bo çareseriya pirsa aboriyê li ber Tirkiyê nemaye, wê berê xwe daye Ewropayê.

Beriya Lûtkeya Natoyê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser hewlên Tirkiyeyê yên bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê ku amaje kir bila rêya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropa vebikin, da ku Tirkiye jî rêya endamtiya Swêdê bo Natoyê vebike. Piştî vê yekê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê piştî demeke dirêj hat rojevê ku Tirkiye ji sala 1959an ve li ber deriye Yekîtiya Ewropayê ye û hîn jî nekariye bikeve hundir. Siyasetmedarên kurd dibêjin heta Tirkiye pirsa kurd çareser neke nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Berdevkê Tevgera Demokratên Kurdistanê Cano Amedî: “Eger Tirkiye Pirsa Kurd çareser neke nikare bibe endamê yekîtiya ewropayê. Di hebuna pirsa kurd de deste ewropayê jî heye. Peymanên Lozan û Sewrê de destê Ewropa jî hebû.  Tirkiye ji bo Qibrisê çi dixwaze em jî bo kurdan wê dixwazin.”

Tirkiye di demek wisa de berê xwe da Yekîtiya Ewropayê ku ji aliyê aboriyê ve pirsgirêkan dijî ku beşek siyasetmedarên Kurd dibêjin rewşa aboriyê Tirkiyeyê neçar kiriye ku berê xwe daye Yekîtiya Ewropayê. Her wiha ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê Pîvanên Kopenhagê jî tê de gelek gavên divê werin avêtin li pêşiya Tirkiyeyê ne.

Cîgirê Serokê Giştî Yê Partiya Azadiya Kurdistan Vahît Aba dibêje: “Ti rêyek li ber Tirkiyeyê nemabû ku Tirkiyeyê çû berê xwe da Yekîtiya Ewropayê, cihê çareseriya pirsa Kurd ne Yekîtiya Ewropayê ye lê eger Tirkiye bibe endam ev yek dê çareseriya pirsa kurd hêsantir bike, zemînek guncav peyda bike, nexwe em dizanin nava yekîtiya ewropayê bi xwe de pirsên neteweyî yên nehatîn çareserkirin hene. Wek katalonya û korsîkayê”

Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Mesut Yilmaz di sala 1999an de li Diyarbekirê gotibû rêya Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê ji Diyarbekir derbas dibe, çi dema Tirkiyeyê warê çareseriya pirsa Kurd de gav avêtibe navbera wê û yekîtiya ewropayê jî ber başiyê ve çûye.