Jineke Almanî bi tometa beşdariya di kuştina keçeke Êzidî de tê darizandin

Ji ber canjidestdana keçeke Êzidî li hewşa mala wan di wê dema endamên DAIŞê bûn li Iraqê, Dadgeha Federal a Almanyayê tometa beşdarbûna kuştinê arasteyî jineke Almanî kir ku pêştir bi 10 salan zindanîkirinê hatiye sizadan, îro careke din proseya dadgehîkirinê li Dadgeha Munichê dest pê kir.

Hewlêr (K24) – Ji ber canjidestdana keçeke Êzidî li hewşa mala wan di wê dema endamên DAIŞê bûn li Iraqê, Dadgeha Federal a Almanyayê tometa beşdarbûna kuştinê arasteyî jineke Almanî kir ku pêştir bi 10 salan zindanîkirinê hatiye sizadan, îro careke din proseya dadgehîkirinê li Dadgeha Munichê dest pê kir.

Piştî ku di meha Adara borî de Dadgeha Federal a Almanyayê ferman da ku dosyeya darizandina jineke Almanî ku bi navê Jennifer W. hatiye nasandin û 32 salî ye, careke din darizîne ku di 25ê Cotmeha 2021ê de bi 10 salan zindanîkirinê hatibû sizadan û Dadgeha Federal a Almanyayê diyar dike, tawanên vê jina Almanî li gor yasayên welat, cezayên zêdetir divê.

Li gor fermana Dadgeha Federal a Almanyayê, ew jina Almanî bi mirina zarokeke Êzidî ya pênc salî tometbar e ku hevjînê wê yê endamê DAIŞê, li hewşa mala xwe ew zarok bi zincîrê girê daye û zarokê canê xwe ji dest daye û wê jî ti rêgirî lê nekiriye.

Ajansa nûçeyan a Almanî DPA ragihandiye, parêzerê jina Almanî li Dadgeha Munichê nameyeke muwekîla xwe xwendiye û poşmanbûna xwe ji wê bûyerê nîşan daye û li xwe mikur hatiye ku ew jî berpirsyar bûye di mirina wê keça Êzidî de, herwiha gotiye, sizayê ku heq kiriye wergirtiye, wek amajeyek ji bo nerazîbûna li hember dubare darizandina xwe.

Îro Çarşemê 19ê Tîrmeha 2023an, proseya darizandina wê jina Almanî li Munichê dest pê kiriye, ku wisa biryar e, heşt rûniştinên dadgehê werin encamdan û di dawiya meha Tebaxê de biryara nû ya sizadanê jê re derbiçe.

Jennifer W. di sala 2016an de piştî ku ji bo nûkirina pasaporta xwe serdana Balyozxaneya Almanyayê kir li Enqerê, hat desteserkirin û bo Almanyayê hat veguhestin, hevjînê wê jî, ku welatiyekî Iraqî ye bi navê Teha C. di Cotmeha 2021ê de ji aliyê Dadgeha Frankfurt ve bi tawana şer û ziyangihandina laşî ku bûye sedema mirinê, sizayê zindaniya heta hetayê derbarê wî de derkir.