Mustefa Ozçelîk: Aliyên ku nirxên Kurdistanî diparêzin divê hevkarî û lihevkirina xwe ava bikin

Mustefa Ozçelîk
Mustefa Ozçelîk

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê behsa serdana şanda partiya xwe ji bo Serok Barzanî û Mekteba Siyasî ya PDKyê û rewşa Bakurê Kurdistanê dike.

Şandeke bilind a Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) berî du rojan serdana Serok Barzanî kir, di vî warî de Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustefa Ozçelîk bû mêvanê Kurdistan24ê û bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da: Me xwast em peywendiyên xwe bi partiyên hersê parçeyên din ên Kurdistanê û Birêvebiriya Başûrê Kurdistanê re pêş bixin û agahiyan di derheqa partiya xwe de bidin.

Ozçelîk spasiya Serok Barzanî kir û got: Li destpêkê Serok Barzanî pêşwaziya şanda me kir û bi rastî pêşwaziyeke gelek baş bû. Me haydarî di derheqa partiya xwe de dan cenabê Serokî, wî jî pîrozbahiya kongireya me kir û serkeftin ji partiya me re xwast. Helwest û pêşniyar gotinên cenabê serokî hêz da me.

Wî di derheqa partiya PWKyê de got: Em bawer dikin dê di siyaseta Bakurê Kurdistanê de giringî û rola PWKyê careke din derkeve pêş û xurttir bibe.

Herwesa Ozçelîk spasiya Mekteba Siyasî ya PDKyê jî kir û got: Mekteba Siyasî ya PDKyê jî li ser asteke bilind pêşwaziya partiya me kir û pîrozbahiya me kir, herwesa xwast ku peywendiyên herdu partiyan pêş bikevin.

Wî amaje da wê yekê ku di wan hevdîtinan de wan bi berfirehî behsa rewşa Bakurê Kurdistanê kiriye, herwesa behsa partiya xwe û siyaseta xwe jî kiriye.

Serokê PWKyê got, “Hevdîtina me gelek berhemdar û baş bû”.

Herwesa got: Cenabê Serok Barzanî di wê hevdîtinê de bal kişand ser wê yekê ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê rê û îmkanên xebatên siyasî yên sivîl û demokratîk hene û divê bi rêyên aştiyane xebat bê kirin.

Wî ew yek ron kir: Di nav Kurdan de li her parçeyeke Kurdistanê divê hevahengî û diyalog hebin. Me wekî Partiya Welatparêzên Kurdistanê di vî warî de çend bingeh hene, divê li Bakurê Kurdistanê ew partî û kom û aliyên ku wekî bername û siyaset nêzî hev in di nav yek partiyê de cihê xwe bikin ji bo ku em hêzeke xurt çê bikin. Heker em nikarin hemî kurdan di nav yek partiyê de kom bikin, bila di navbera me de lihevkirin û hevkarî hebe.

Wî zêdetir amaje da rewşa Kurdan li Bakurê Kurdistanê û got: Em gelek caran li Bakurê Kurdistanê bizavê dikin ku nêzî hev bibin, lê gava hilbijartin nêzîk dibin, em dîsa ji hev dûr dikevin.

Wî tekez kir, “Ên ku hebûna gelê Kurd û Kurdistanê, alaya Kurdistanê û nirxên Kurdistanê diparêzin, divê hevkarî û lihevkirina xwe ava bikin. Em hêvîdar in ku partiyên Kurdistanî ji bo şaredariyekê û berjewendên komî û şexsî, siyaset û şexsiyet û bîr û bawerên Kurdistanî nedin aliyekî”.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li rojên 9 û 10 ên Îlona îsal li Diyarbekirê kongireya xwe kir û hat damezrandin. Piştî hingê endamên wê dest bi bizavê kiriye ku peywendiyên xwe bi partî û aliyên Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê xurt bikin. Şandeke wê berî du rojan serdana Serok Barzanî û Mekteba Siyasî ya PDKyê kir.