Fuad Hisên û Alina Romanowski pêşbînî dikin şer çend welatên deverê vegire
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê û Balyoza Amerîkayê li Îraqê danûstandinan li ser rewşa pirî metirsî ya deverê dikin û wesa difikirin ku sedem hene şer deverê jî vegire.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Yekşem, 06.10.2024) bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski re civiya.
Li dû ragehandina Wezareta Derve ya Îraqê, di wê civînê de danûstandin li ser encamên serdana Wezîrê Derve yê Îraqê û civînên wî yên bi berpirsên bilind ên wî welatî re hatin kirin, herwesa danûstandin li ser rewşa pirî metirsî ya Rojhilata Navîn û sedemên ku ji bo berfirehbûna wî şerî li çend welatên deverê li pêş in hatin kirin.
Wê civînê bal kêşa ser wê yekê jî ku Amerîka bizavê dike givaştinê bixe ser Israîlê, ji bo rawestandina operasyonên wê yên serbazî li ser Xezze û Libnanê û rêgirtina tevlîbûna welatên din di wî şerî de.