Yasir Husênî: Madeyên teqînê yên gelek metirsîdar li benderên Îraqê hene
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lijneya Fermana 160ê ya Civata Nûnerên Îraqê ya Girêdayî Gendeliya Benderan amajeyê dide hebûna madeyên teqînê yên gelek metirsîdar li benderên Îraqê û dibêje, “Hikûmeta Îraqê li beranberî wê pirsê xemsar e.”
Serokê Lijneya Fermana 160ê ya Civata Nûnerên Îraqê ya Girêdayî Gendeliya Benderan Yasir Husênî di çavpêkeftineke tilevizyonî de tekez li ser hebûna madeyên teqînê yên gelek metirsîdar li benderên Îraqê ji sala 2020ê ve kir.
Yasir Husênî amaje jî da, “Hikûmeta Îraqê li beranberî wê pirsê xemsar e.” Herwesa got, “Aliyê yekê ku hebûna wan madeyan red kir Fermangeha Ewlehiya Niştîmanî li Besreyê bû, ku li serdema Mistefa Kazimî heq nebû biçe nav benderan.”
Navbirî ron jî kir, “Ew made ji aliyê Wezareta Petrolê ya Îraqê ve hatine hawirdekirin, lê paşî piştî pişkinînan diyar bûye ku taybetmendiyên wan wekî pêdivî û bişert nînin û ji bo kompaniyan jî nehatine vegerandin.”
Serokê Lijneya Fermana 160ê ya Civata Nûnerên Îraqê ya Girêdayî Gendeliya Benderan herwesa got, “Gelek ji wan madeyan di dema dagirkirina Îraqê de li sala 2003ê hawirdeyî Îraqê hatine kirin û madeyên metirsîdar in û penceşêrê çê dikin, ku hin ji wan li biyabanên Semaweyê di bin erdî ve hatine veşartin.”
Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar li roja Duşemê, 30.09.2024, ragehandinek parve kir û tê de ragehand, “Li ser raspardeya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî lidûçûn ji bo nûçeya hebûna gelek tonên madeyên teqînê li benderên Îraqê û li nav kontêneran kiriye, ku metirsiyê li ser silametiya welatiyan û dezgehên petrolê û pirojeyên aborî yên Îraqê çê dikin.”