Mîhrîcana Rêya Çanda Sûrê 9 rojan bi zêdetir ji 300 çalakiyan didome

Navenda Nûçeyan (K24) – Rawestgeha Mihrîcanên Rêyên Çandê yên Tirkiyeyê ya 14emîn a ku ji aliyê Wezareta Çand û Geştûguzarî ve tê lidarxistin “Mîhrîcana Rêya Çanda Sûrê” li Diyarbekirê dest pê kir.

Mihrîcanên Rêyên Çandê ku ji aliyê Wezareta Çand û Geştûguzarî yê ve li 16 parêzgehên cuda bi giştî 8 mehan tê lidarxistin û di nav mîhrîcanên herî demdirêj ên cîhanê de ye rawestgeha girîng Sûra navçeya navendî ya Diyarbekirê dest pê kir. Di 9 rojan de konser, pêşangeh, axaftin û çalakiyên ji bo her temenî guncav bi hunerhezên re bên cem hev.

Parlamenterê Ak Partiyê yê Diyarbekirê Suna Kepolu Ataman ji K24ê re got: “Ji xwarinê bigre heya mûzîkê, ji konsera bigre heya şanoyên ji boo jina, ji bo zaroka heye. Di her awayî de çand û dab û nêrît de çi hebe, ya Dîyarbekir, ya Kurd a tev di vî 9 rojan de emê nîşanî welatîyên me û geştîyara bidin. Yekî ku bibeje ez ji derve de werim Diyarbekir nas bikim, di vî 9 rojan de wer Dîyarbekir meze bike him ewê Dîyarbekir nas bike him jî çanda Diyarbekir nas bike. Bi rê de her jî ewê çand û dewlemendîya Diyarbekirê bibîne.”

Mîhrîcana Rêya Çanda Sûrê de geştîyar 9 rojan bi çand û huneran razên û bi çand û huneran re hişyar bibin. Ev projeyên markayên herî mezin û dewlemend ên welêt e ku di pêşengiya Wezîrê Çand û Geştuguzarî Mehmet Nûrî Ersoy ku li darxistî, wê li 7 herêman li 16 bajaran û 8 mehan bidome.

Alîkarê Wezîrê Çand û Geştûguzarîyê Batuhan Mumcu got: “Wezîfeya me ew e ku em hemû bedewî, nirx û îmkanên dîrokî yên Diyarbekirê zêdetir bidin xuyakirin û bidin naskirin. Ji bo vê me li gorî kolanên dîrokî yên wek Dîyarbekir, li goraya avahiyên demdirêj û mîrata çandî ya qedîm plansazî çekir. Gelek daxwazî ji bo dengbeja hebu. Di nav çalakîyên me de ji bo gelê Kurd Diwana Dengbêja jî me amade kirîye.” 

Mîhrîcana Rêya Çanda Sûrê ji aliyê Wezareta Çand û Geştuguzarî ve li Diyarbekira ku bi avahiya pir olî, pirzimanî, pirçandî ya Mezopotamya ye hat li darxistin. Ewê mîhrîcan 9 rojan li 45 cihan û zêdetirî 300 çalakîya bidome.

 
Fly Erbil Advertisment