Mûtlû Kaya hewil dide xwe bi jiyanê ve girê bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Mûtlû Kaya ya Diyarbekirî ya ku 2015an de êrîşek çekdarî de gulle ji serê xwe xwaribû û êdî nedikarî wek berê bimeşe û stranan bêje; niha careke din hewil dide bi rêbazeke cawaz a dermankirinê xwe bi jiyanê ve girê bide. Mûtlû Kaya dibêje xeyala wê ew e ku bo jinên rastî tundûtujiyê tên derbikeve ser dike û dîsa wek berê stranan bêje ku niha stranek bi navê “vejîn” çêkiriye

Mûtlû Kaya, di pêşbaziyek a muzîkê de bi denge xwe yê xweş û bi bedewbûna xwe di raya giştî de deng vedabû û dihat gotin ku pêşeroja wê gelek geş e. Lê 2015an de şevekê dema ku li Erxeniya Diyarbekirê li mala xwe bû dergistiyê wê gulle berda serê wê û bû sedem ku xeyalên wê tarî bibin.  Mûtlû Kaya bi giranî birîndar bû lê bi rêbaza dermankirinê ya refleksiyolojiyê xwe bi jiyanê girê da lê piştî demekê vê carê jî 2020an de xuşka wê di êrîşek çekdarî de hat kuştin û bû sedem ku Mûtlû Careke din ji jiyanê bixeyîde. Piştî 4 salan careke din Mûtlû Kaya biryar daye ku dest bi dermankirina xwe bike û hember tundiya ser jinan tekoşînê bide.

Muzîkjen Mûtlû Kaya ji K24ê re got: “Piştî ku xwişka min hat kuştin min dest ji dermankirinê berda, her tişt çavê min de tarî bû. Lê niha careke din min biryar daye dest bi dermankirinê bikim. Min stranek jî çêkiriye, navê wê vejîn e, dema ez baş bibiç ezê wê stranê bêjim, bo jin û zarokên ku rastî tund û tujiyê hatine ezê wê stranê bêjim, ezê bo wan tekoşînê bidim.”

Bijişkê Mûtlû Kayayê dide zanîn ku vîneke xurt a Mûtlû Kaya heye û ev yek dibe wesîle pêvajoya dermankirinê bi awayeke serkeftî bidome û wisa bidome dê heta salûnîvê Mûtlû bigihîje xeyalên xwe.

Refleksiyolojî Mehmet Savaş dibêje: “Dermankirina Mûtlû gelek baş diçe, em refleksiyolojiyê bi kar tînin, ez bine lingê wê miz didim û wisa hişyarî diçe mejiyê wê û mejî jî han dide ku rayên naşixulin dîsa dest bi xebatê bikin. Berê linge xwe erdê ve dixirijand, niha gava xwe davêje.”

Mûtlû hefteyê 2 rojan ji Erxeniyê bo dermankirinê tê navenda Diyarbekir, dayîka wê dibêje ev yek bo wan gelek zehmet e lê dîsa jî bo Mûtlû çi ji destê wê were ewê bike.

Dayîka Mûtlû Kaya, Xanim Kaya dibêje: “Hêviyê min ew e ku dermnakirina Mûtlû baş biçe û Mûtlû baş bibe, min bo wê gelek tekoşîn da.”