Li nêzîkî Enqereyê Otobusek qulipî: 7 mirî û 33 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya Aksaray û Enqereyê Otobusek geştiyaran qulipî, di encamê de 7 kesan canê xwe jidest dan û 33 kes birîndar bûn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê vê qezayê de li hejmara xwe ya tora civakî “X” daxuyanî da û got: “Otobusa ku 41 rêwî tê de bûn, ji Balikesîrê ber bi herêma Kapadokyayê ve diçû, li ser rêya E-90 a navçeya Navendî ya Aksarayê ji rê derket û wergeriya.”
Da zanîn jî, di qezayê de, 7 welatiyan canê xwe ji dest dan û 33 welatî birîndar bûn ku birînên 2 kesan ji wan giran in.