Rûmal

Umêd Xoşnaw: Li ti navendeke dengdanê pirsgirêk derneketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw dibêje, proseya dengdana taybet ya hêzên ewlekarî û serbazî bi aramî û bê pirsgirêk birêve diçe.

Parêzgarê Hewlêrê Emîd Xoşnaw îro 18ê Cotmehê bi berpirsê Ofîsa Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Hewlêrê Merwan Mihemed Necar û Rêveberê Karûbarê Navxwe yê Parêzgehê Xesro Xazî serdana çend navendên dengdanê yên parêzgeha Hewlêrê kirin.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Xweşbextane heta niha ti binpêkirin nehatine tomarkirin û proseya dengdanê bi aramî birêve diçe û ti pirsgirêk li ti navendeke dengdanê derneketine.”

Herwiha got: “Prose bêyî ti pirsgirêkekê birêve diçe û em hertim li ser bi Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re li ser xetê ne, eger pirsgirêk hebin, çareser dikin.

Proseya dengdana taybet bo şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro danê sibê demjimêr 07:00 dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike.

Di proseya dengdana taybet de, zêdetir ji 215 hezar û 960 endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.

Roja 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin. Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve tê birêvebirin.