Li Hewlêrê xanî ji bo malbatên kêmdahat tên avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmekê de, kevirê bingehîn yê BCF City îro li bajarokê Qoştepe hat danîn ku dê hejmarek ji yekeyên nişticihbûnê piştî bidawîhatina pirojeyê, li ser welatiyên kêm-dahat ên wî bajarokî werin belavkirin.
Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî got: “Ev proje ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve û bi hevahengî li gel Qeymeqametiya Qoştepeyê tê cîbicîkirin."
Diyar kir jî, “Zeviyek bi rûbera 35 hezar metre çargoşre ji bo avadkirina 180 xaniyan hatiye veqetandin. Bi temambûna projeyê re, ewê bibe yek ji taxên herî mînak ên bajêr.”
Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî got: Demeke dirêje em di nav dezgehên xêrxwaziyê de kar dikin. Bi rastî, me heta niha li ti devereke cîhanê wek Herêma Kurdistanê û berî her tiştî li Hewlêrê, karekî mirovî nedîtiye.”
Got jî: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwe deyndarê hemû gelê Kurdistanê dibîne, lê Qpştepe taybetmendiya wê heye, ji ber ku em dizanin li hember Barzanîyên ku koçî Qpştepeyê kirine, çi helwêsta wan ji bo alîkarî û xizmetkirina koçberan hebû. Di dema Enfala sala 1988an de jî pêşwazî li xelkê Dihokê û herwiha penaberên Rojavayê Kurdistanê kirin.”
Mûsa Ehmed got: “Peyama me ji bo hemû Kurdistaniyan ew e ku deriyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji her kesî re vekirî ye û em dixwazin bê cudahî xizmeta hemû cih, herêm û çîn û pêkhateyan bikin.”