Rûmal

UNAMI: Dengdana bi awayekî aram şaristaniya gelê Kurdistanê nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) Mihemed El-Hessan got: “Birêveçûna proseya dengdanê bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî aram, belgeya şaristaniya gelê Kurdistanê ye.”

El-Hessan di dema serdana navendeke dengdanê ya Hewlêrê de ji rojnamevanan re got: “Îro rojeke dîrokî ye li Herêma Kurdistanê. Em pîrozbahiyê li xelkê vê Herêma ezîz û hêja dikin. Em hêvî dikin ku ev prose her wek me dîtiye, bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêk birêve biçe, ev jî şaristaniya gelê Kurdistnê nîşan dide.”

Herwiha got: “Peyama min ji medyayê re ew e ku balê bikişîne ser aliyên erênî yên proseyê, ji ber ku ev prose ne hêsan e.”

Amaje bi wê jî kir, “Netewên Yekgirtî piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û dê berdewam be jî, ji ber ku gelê Kurdistanê hêjayî ewlehî, aramî û hemû bextewariyê ye.”

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê tekez kir jî: “Tişta ku îro tê kirin, ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê û Iraqê rêyeke geş e, lewma hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê îro 20-10-2024an, demjimêr 07:00ê sibê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvara heman rojê berdewam dibe.

Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de tê kirin. Li gorî komîsyonê, 2 milyon û 683 hezar û 618 dengder dikarin beşdarî hilbijartinên giştî bibin.