Li Germiyanê YNKê Ereb anîne ku dengê xwe bidin
Çavdêrek: Welatiyên Kurd ên sinorê madeya 140ê mafê dengdanê nîne û wan Ereb anîne
Navenda Nûçeyan (K24) - YNKê li sinorê Germiyanê xelkê Ereb aniye ku dengê xwe bidin, li derdorên bingehan jî çadir vedane û tilefona xelkî dikin û bi zorî wan radikêşin dengdanê.
Çavdêrekî birêveçûna piroseya dengdan û hilbijartinan li Germiyanê taybet ji K24ê re ragehand, “Tevî ku ev pirose li hin cihan bi awayekî baş dimeşe lê bi rex hemî bingehên sinorê Kelarê ve çadir hatine vedan, li wan deran tilefona xelkî dikin û bi rêya gefan û tirsandinê xelkî neçar dikin ku biçin dengê xwe bidin.”
Wî çavdêrî herwesa got, “Ez ji bo wergirtina amar û zanyaran çûm hin hin bingehan, li hin ji wan bingehan min xelkê Ereb dît, anîne ku dengê xwe bidin. Di demekê de ku welatiyên Kurd ên sinorê madeya 140ê mafê dengdanê nîne, wan Ereb anîne ku yek peyva Kurdî jî nizanin, anîne ku dengê xwe bidin aliyê siyasî yê li wî sinorî serdest.”
Çavdêrê jêgotî amaje jî da, “Li Komisyonê skala tomar kiriye û divê li ser anîna xelkê Ereb û tevlîkirina wan di dengdana hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ronkirinê bide.”
Ev di demekê de ye ku di dengdana taybet de, ku li roja 18ê vê mehê li Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Îraqê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bi rê ve çû, kandîdekî Reyan Kildanî li bajarkê Çwartayê yê devera Şarbajêrê 14 caran hindî YNKê deng anîn, tevî ku çi malbateke Kiristiyan li wê deverê nîne.