Bi vîdyo bibîne.. li Silêmaniyê jî Ereb dengê xwe didin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber kêmiya rêjeya dengdanê di hilbijartinên giştî de li bazinê Silêmaniyê, YNKê piştî Germiyanê li Silêmaniyê û derdorên wê jî Ereb bi pere birine dengdanê.
Li bingeheke taxa Karêzeya Hişk li Silêmaniyê, hejmareke ciwanên Ereb li beranberî wergirtina pereyî ji bo dengdanê hatiye amadekirin. Tenê li westgeheke wê bingehê, 10 kesên Ereb hebûn. Yek ji wan ciwanên Ereb dibêje, “Ne tenê li Silêmaniyê, belkî li Pîremegron û Çemçemal û çend cihên din jî pere bi ciwanên Ereb hatine dan ku dengê xwe bidin YNKê.”
Li gor lidûçûna K24ê, YNKê kartên dengdanê ji bo wan ciwanên Ereb sexte kirine ji bo ku li sinorê bazinê Silêmaniyê hejmara dengên xwe bilind bike.
Her îro (Yekşem, 20.10.2024) çavdêrekî piroseya dengdan û hilbijartinan li Germiyanê taybet ji K24ê re ragehand, “Tevî ku ev pirose li hin cihan bi awayekî baş dimeşe, lê bi rex hemî bingehên sinorê Kelarê ve çadir hatine vedan, li wan deran tilefona xelkî dikin û bi rêya gefan û tirsandinê xelkî neçar dikin ku biçin dengê xwe bidin.”
Wî çavdêrî herwesa got, “Ez ji bo wergirtina amar û zanyaran çûm hin hin bingehan, li hin ji wan bingehan min xelkê Ereb dît, anîne ku dengê xwe bidin. Di demekê de ku welatiyên Kurd ên sinorê madeya 140ê mafê dengdanê nîne, wan Ereb anîne ku yek peyva Kurdî jî nizanin, anîne ku dengê xwe bidin aliyê siyasî yê li wî sinorî serdest.”
Çavdêrê jêgotî amaje jî da, “Li Komisyonê skala tomar kiriye û divê li ser anîna xelkê Ereb û tevlîkirina wan di dengdana hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ronkirinê bide.”
Ev di demekê de ye ku di dengdana taybet de, ku li roja 18ê vê mehê li Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Îraqê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bi rê ve çû, kandîdekî Reyan Kildanî li bajarkê Çwartayê yê devera Şarbajêrê 14 caran hindî YNKê deng anîn, tevî ku çi malbateke Kiristiyan li wê deverê nîne.