PDKT: Çareserî ne tenê bêdengkirina çekan e, pêwîstî bi garantîkirina mafên Kurdan heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) encamnameya civîna meclîsa xwe aşkere kir. PDKTê destnîşan kir ku pirsa Kurd tenê bi çekdanînê çareser nabe û tekez kir ku pêvajoyên entegrasyonê yên li herêmê nabe bibin sedema tasfiyekirina destkeftiyên neteweyî yên gelê Kurd.
Meclîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) piştî civîna xwe ya duh 1ê Cotmenê ya li Diyarbekirê daxuyaniyeke berfireh da raya giştî. Di daxuyaniyê de pêşketinên nû yên siyasî yên li Tirkiyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê, paşeroja hêzên çekdar, pêvajoyên entegrasyonê û hevgirtina navxweyî ya Kurdan bi hûrgilî hatin nirxandin.
PDKTê diyar kir ku ev serdem ji aliyekî ve derfetên nû û ji aliyê din ve metirsiyên cidî bi xwe re tîne, lewma divê gavên siyasî li gorî berjewendiyên demdirêj ên gelê Kurd bên avêtin.
Daxuyaniya Meclîsa PDKT wiha ye:
Meclîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (KDPT), di civîna xwe de pêşketinên siyasî yên nûjen ên li Tirkiyê û parçeyên din ên Kurdistanê, pêşeroja hêzên çekdar, pêvajoyên entegrasyonê û bandorên muhtemel ên van pêşketinan li ser berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî berfireh nirxandiye. Meclîsa me bawer dike ku pêşketinên li herêma me derdikevin holê, ji bo siyaseta Kurd destpêka serdemeke nû ne. Ev serdem, ji aliyekî ve derfetên girîng û ji aliyê din ve xetereyên siyasî yên cidî bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê, divê ev pêşketin ne bi hestên demkî û ne jî bi hesabên rojane yên siyasî, lê bi aqilê kamil û li gorî berjewendiyên demdirêj ên gelê Kurd bên nirxandin.
1. Çekdanîna PKK’ê li Tirkiyê û Pêvajoya Siyasî ya Nû
Em biryar û daxuyaniyên PKK’ê yên derbarê bidawîkirina têkoşîna çekdarî û fesihkirina rêxistina xwe de, ji bo bidawîkirina serdema pevçûnên ku bi salan li Tirkiyê didome, wekî pêşketineke girîng dinirxînin. Lê belê, devjêberdana çekan tenê bi serê xwe nayê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin. Ya herî girîng ew e ku ev pêşketin rê li ber siyaseta demokratîk veke û ji bo naskirina mafên rewa yên gelê Kurd derfetê çêbike. Em têrî nabînin ku ev pêvajo tenê di çarçoveya radestkirina çekan, rewşa hiqûqî ya endamên rêxistinê û vegerandina wan a nav civakê de bê sînorkirin. Ji bo çareseriyeke mayînde, pêwîst e ku nasnameya Kurdî bê naskirin, zimanê Kurdî di perwerde û jiyana giştî de bê misogerkirin, Astengiyên li pêşiya partiyên bi navê Kurdistanê û çalakiyên siyasî werin rakirin û mafê temsîliyeta demokratîk bê pêşxistin. Divê dewlet jî bi gavên hiqûqî û demokratîk ên ku baweriyê ava dikin, beşdarî vê pêvajoyê bibe.
2. Entegrasyona HSD’ê di Nav Dewleta Sûriyê de li Rojava
Guhertinên siyasî yên li Sûriyê û entegrasyona avahiyên leşkerî û îdarî yên HSD’ê di nav saziyên dewleta Sûriyê de, ji bo paşeroja gelê Kurd pêşketineke girîng e. Em bawer dikin ku ji bo avakirina aramiyeke mayînde li Sûriyê, nasname, maf û îradeya siyasî ya hemû gelên ku li vî welatî dijîn divê bê naskirin. Parastina destkeftiyên civakî û siyasî yên ku heta niha li Rojava hatine bidestxistin, pir girîng e. Pêwîste ku Kurd bi nasnameya xwe di pêşeroja Sûriyê de cih bigirin, temsîliyeta wan a siyasî bê garantîkirin, di rêveberiyên herêmî de xwedî roleke diyar bin û mafên çandî yên wan di destûrê de bên garantîkirin. Nabe ku entegrasyon tenê wekî tevlîbûna hêzên leşkerî di avahiya navendî ya dewletê de bê dîtin. Ev pêvajo xwedî aliyên siyasî, hiqûqî, îdarî û civakî jî ye.
3. Nirxandina PDKT li Ser Pêvajoyên Entegrasyonê
Wekî PDKT, em entegrasyonê ne wekî tevlîbûna bêşert a avahiyên çekdar di saziyên heyî yên dewletê de, ne jî wekî devjêberdana destkeftiyên siyasî û civakî yên Kurdan dinirxînin. Entegrasyon divê li ser bingeha lihevhatina dualî, misogeriya hiqûqî, beşdariya demokratîk û mafên wekhev were avakirin. Li Tirkiyê, beşdarbûna endamên PKK’ê di nav civakê û siyaseta demokratîk de, divê bi çareserkirina sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd re bê nirxandin. Li Rojava jî, entegrasyona HSD’ê di nav avahiya dewleta Sûriyê de, divê nasnameya gelê Kurd, temsîliyeta siyasî, îradeya rêveberiyên herêmî û destkeftiyên ku heta niha hatine bidestxistin, di zagonan da bêne garantîkirin.
Ji bo me, serkeftina entegrasyonê ne bi wê yekê tê pîvan ku avahiyên çekdar dikevin kîjan saziyan, lê bi wê yekê tê pîvan ku maf û destkeftiyên gelê Kurd heta çi radeyê tên parastin.
Ji ber vê yekê, em li dijî wê yekê ne ku pêvajoyên entegrasyonê bibin sedema tasfiyekirina yekalî an jî ji holê rakirina destkeftiyên siyasî. Em bawer dikin ku entegrasyoneke demokratîk, dualî û bi garantiyan dikare hem beşdarî aştiya herêmî bibe û hem jî ji bo paşeroja gelê Kurd sûdmend be.
4. Pêşketinên li Iraq û Herêma Kurdistanê
Pêşketinên li Iraq û Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşeroja giştî ya gelê Kurd girîng in. Pêşeroja avahiyên çekdar ên li herêmê, pirsgirêkên ewlehiyê û polîtîkayên dewleta Iraqê yên derbarê kontrolkirina çekan de, divê bi girîngirtina aramiya siyasî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê bên nirxandin. Parastina statûya destûrî ya heyî ya Herêma Kurdistanê, saziyên wê û destkeftiyên wê; herwiha çareserkirina pirsgirêkên di navbera hêzên siyasî de bi rêya diyalogê, pir girîng e. Ewlehî, nasname, temsîliyeta siyasî û mafê gelê Êzidî yê ku li Şengalê dijîn, ji bo biryardana li ser pêşeroja xwe jî divê neyê paşguhkirin.
5. Diyalog û Hevgirtina Neteweyî ya di Navbera Kurdan de
Ev eşkere ye ku li çar parçeyên Kurdistanê şert û mercên siyasî, rêxistinî û awayên têkoşînê ji hev cuda ne. Normal e ku her parçeyek li gorî şert û mercên xwe rêbazên siyasî yên guncaw pêş bixe. Lê belê, divê cihêbûna nêrînên siyasî nebe asteng li pêşiya hevgirtina neteweyî ya di navbera Kurdan de. Divê tu partî an tevger xwe wekî nûnerê yekane yê tevahiya gelê Kurd nebîne. Pêwîst e ku hawîrdoreke diyalogê ya demokratîk, ku tê de nêrînên siyasî yên cuda li ser bingeha rêzgirtina ji hev bijîn, bê pêşxistin. Pêşketinên îroyîn careke din nîşan didin ku siyaseta Kurd ji pêşbirkê zêdetir hewceyê hevkarî, ji cudabûnê zêdetir hewceyê diyalogê û li hemberî pirsgirêkên hevpar hewceyê aqilê hevpar e.
Wekî Meclîsa PDKT em bawer dikin ku pêşketinên li herêma me derfetên nû ji bo gelê Kurd çêdikin; lê heke ev derfet bi awayekî rast neyên nirxandin, dikarin bibin sedema pirsgirêkên nû jî. Em piştgiriyê didin bidawîkirina pevçûnên çekdarî, bihêzkirina siyaseta demokratîk û pêşxistina têkiliyên aştiyane di navbera gelan de. Lê belê, em careke din diyar dikin ku aşitî nikare li hemberî devjêberdana nasname, hebûna neteweyî û mafên rewa yên gelê Kurd bê bidestxistina Mafê gelê Kurd ê biryardana li ser pêşeroja xwe mafeke bingehîn a neteweyî ye. Awayên siyasî û sazî yên pêkanîna vî mafî divê li gorî îradeya gel, şert û mercên demokratîk û pêşketinên herêmî û navneteweyî bên nirxandin. Meclîsa me biryar dide ku di pêşerojê de pêvajoya çekdanîna li Tirkiyê û demokratîkbûnê, encamên entegrasyonê li Rojava û pêşketinên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve bişopîne Em careke din diyar dikin ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd ne tenê bi bêdengkirin çekan, lê bi garantîkirina nasname, ziman, îradeya siyasî û mafên demokratîk ên gelê Kurd gengaz e.