Li Dihok û Zaxoyê rêjeya dengdanê ji 60% derbaz bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû wan amar û zanyarên bi dest peyamnêrê K24ê keftine, li sinorê parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi awayekî giştî rêjeya tevlîbûnê di dengdanê de gehişt di ser 65% de.
Her li dû amar û zanyaran, heta seet 4:30 ê êvara îro (Yekşem, 20.10.2024) tevlîbûna welatiyan di dengdana giştî de li tevaya bingehên dengdanê li navenda Dihokê 67.15% bû.
Îdareya Seribxwe ya Zaxoyê 63%
Sêmêl 80%
Akrê û Berdereş 64.76%
Amêdî 72.86%
Şêxan 69%
Herwesa bingehên dengdanê ji wan dengderan tejî bûne yên ku heta niha dengê xwe nedaye, ji ber ku bi biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li seet 06:00 ê êvarê rasterast amûrên dengdanê radiwestin û piroseya dengdanê tê bidawîanîn.
Piştî rawestandinê jî, tevaya amûran rasterast raportên eliktironî yên dengdanê çap dikin û paştir dest bi vavartin û hejmartina destî ya formên dengdanê tê kirin.