Rûmal

Berpirsê Navçeya Tasloceyê ya PDKê: Bingehên dengdanê ji aliyê hêzên Asayîş û Dijeterorê ve hatine dorpêçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Navçeya Tasloceyê ya PDKê dibêje, “Hemî bingehên dengdanê ji aliyê hêzên Asayîş û Dijeterora YNKê ve hatine dorpêçkirin û arêşeyan ji bo çavdêr û nûnerên me çê dikin.”
Berpirsê Navçeya Tasloceyê ya PDKê Soran Letîf îro (Yekşem, 20.10.2024) ji K24ê re eşçkere kir, “Hemî ew bingehên ku dengdan lê tê kirin ji aliyê hêzên Asayîş û Dijeterora YNKê ve hatine dorpêçkirin û her tiştê bixwazin dikin.”
Soran Letîf herwesa got, “Ew hêz arêşeyan ji bo çavdêr û nûnerên me çê dikin, herwesa behaneyên li ser wan digirin ji bo ku wan desteser bikin.”
Navbirî amaje jî da, “Ew hêz çavên xwe li xelkê me sor dikin û givaştinê li ser wan dikin, herwesa eger kesek armanca wan be û şûntiliyên wî neyên xwandin jî karûbarên wî bi rê ve dibin û wesa dikin ku dengê xwe bide.”
Berpirsê Navçeya Tasloceyê ya PDKê eşkere jî kir, “Wan hêzan çadir jî vedane, herwesa hevalekî me bi navê Merîwan Îbrahîm Sadûn li Asayîşa Raperînê desteser kir û piştî lêpirsîneke tund hat azadkirin.”
Soran Letîf tekez jî kir, “Ew hêz li bendê ne ku dengdan bidawî bê û dinya tarî bibe, ji bo ku bi erebeyên xwe sindoqan bibin û li dûrî çavên nûnerên û tenê ew wî karî dikin û her tiştê dixwazin dikin.”
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li seet 07:00 ê sibeha Îro (Yekşem, 20.10.2024) hat destpêkirin. Di dengdana giştî d, du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê heye, ku li ser her çar bazinên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê de tên parvekirin.