Firinxaneya bê gluten li Diyarbekirê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firinxaneya bê gluten ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê hat vekirin, ji bo nexweşên çolyakê hewcedariya girîng a berhemên bê gluten tê çêkirin û firotin.

Nexweşina Çolyakê nexweşinek kronîk e ku ji ber xesara glutenê di laş de çêdibe, dibe sedema bêparbûna gelek hilberên xwarinê. Nexweşên Çolyakê nikarin xwarinê kû glüten tê de heye, ê wek arvan û xwarinên ji arvan çêdibe bixwin. Ji ber vê yekê gelek zehmetî dikşînin. Gluten ne tenê xesarê dide nexweşên Çolyakê, xesarê dide hin nexweşê din jî. 

Nanpêj Gulan Yaşa: “Ez çolyak nebûm, lê Fîbromîyaljî bûm. Lê ez jî nikaribûm xwarinê bi glüten bixwim. Me meze kir, em nan nabînin. Ê ku em dibînin nayn xwarin. Li Dîyarbekirê tuneye, me got em cîh vekin. Him ji bo zaroka him jî ev arvan çekirina wî li malê pir bi zehmetîyê, nayê çekirine. Mirov nikare bixwe jî. Em pir bi kêfxweş in. Hele ku zarokê xwe tînin. Çi bixwazin li vir heye. Herî kêfxweş in nizanin çi bikin.”

Firin ji alîyê malbata Mahmut û jina wî Gulan Yaşa ve hat vekirin. Malbata Yaşa diyar kir ku wan ji ber zehmetiyên ku nexweş dikşînin ev gav avêtine. Mahmut Yaşa ku ji ber nexweşîna jina xwe û biraziyên xwe û hewcedariya berhemên bêglûten ji nêz ve dît, ji bo vê pêwîstiyê bi cih bîne piştgiriya jina xwe kir.

Nanpêj Mahmut Yaşa: “Hem xwarzê min hem birazyê min Çolyak bûn. Me xwest kû hemû hevcedarîyê xwe ê wek sîmîd, kulîçe, poxaça û pastayê rojbûnê bixwin. Me got em ev cîh vekin feda me hemû ya re hebe.”

Nexweşê Çolyakê Gurbet Înanç: “Ev nexweşîn nexweşîn kî pir zehmet e. Berê me li gorî xwe xwarine ne didît. Lê niha cîhekî wuha vebûye ez pir kêfxweş im. Ez ji vir pir tişta distînim. Gelek curên xwarinê yê bêglûten li vir hene.”