Serokkomarê Îraqê: Ez daxwaz dikim rêz li encamên hilbijartinan û îradeya azadiyê ya gel bê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îraqê daxwazê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike ku, “rêzê li encamên hilbijartinan û îradeya azadiyê ya gel” bigirin û herwesa ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê dest bi danûstandinan bikin.
Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd îro (Çarşem, 23.10.2024) di peyamekê de “serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê” li xelk û aliyên siyasî yên ku tevlî wî “mafê destûrî yê giring” bûne pîroz kir.
Serokê Komara Îraqê di peyama xwe de daxwaz ji aliyên siyasî yên ku di wê piroseya hilbijartinan de bi ser keftine kir ku, “li ser maseya diyaloga niştîmanî ya avaker rûnin, bi armanca pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê bingehê ku xizmetkirina xelkî li pêşiya karên wê be û ji bo pêşxistina avakirin û avedankirinê kar bike û piştevaniya vejandina aborî û bidestxistina pêşxistina berdewam bike.”
Dr. Letîf Reşîd amaje jî da ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê kariye bi awayekî “destpakî û pîşeyî” hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi rê ve bibe, lewma daxwazê ji aliyên siyasî dike ku “rêzê li encamên hilbijartinan û îradeya azadiyê ya gel” bigirin.
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja Yekşema borî, 20.10.2024, bi rê ve çû. Du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, lê li dû amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, du milyon û 87 hezar û 972 kes tevlî wê piroseyê bûn û rêjeya tevlîbûnê 72% bû. Bilindtirîn rêjeya tevlîbûnê jî li bazineya Dihokê hat tomarkirin ku 78% bû, herwesa li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69% bû.
Li dû encamê destpêkê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hejmara 190 karî 809 hezar û 172 dengan bi dest bixe, ku dibe 39% ya dengên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, anku dibin 39 kursî.