Li Kerkûkê cihekî şûnwarî hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cihekî şûnwarî li Kerkûkê hat dîtin, ku 100 parçeyên şûnwarî lê hebûn.
Desteya Giştî ya Şûnwaran û Çandê ya Îraqê ragehand, “Li parêzgeha Kerkûkê piştî hin pişkinînan cihekî şûnwarî hat dîtin, ku dîroka wê ji bo berî çar hezar salan vedigere.”
Li dû zanyarên desteya jêgotî, pişkinîn ji wê deverê re hatine kirin û dîroka wê vedigere serdema Babiliyan û hezara duyê û sêyê ya pêş Zayînê.
Wê desteyê eşkere jî kir, “Li wî cihî 100 parçeyên şûnwarî û bermayîkên yekîneya çêkirinê û cihê çêkirina sîramîkî hatine dîtin.”