Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariya zarokên sêwî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê di projeyên xwe yên xêrxwaziyê de berdewam e û di çarçoveya “Projeya Ezîzan” de alîkariyên darayî li ser 192 zarokên Kurd ên sêwî belav kirin.
Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yê li Efrînê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya “Projeya Ezîzan” de, alîkariya darayî pêşkêşî 192 zarokên Efrînê kir.
Endamê Desteya Birêveber a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got: “Me ji her zarokekî re bireke ji alîkariya darayî pêşkêş kir. Me Projeya Ezîzan li Herêma Kurdistanê ragihand, niha jî bi serbilindî em hatine li Efrînê jî cibicî dikin. Em gelekî xweşhal in ku em xizmeta wan dikin, xelkê Efrînê jî pêşwaziyeke mezin li me kiriye.”
Alîkarîkirina zarokên sêwî yek ji projeyên sereke yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê ye, ta ku zarokên Efrînê bikaribin xwendina xwe berdewam bikin.
Endama Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Perwîn Dodix dibêje: “Em Projeya Ezîzan berdewam dikin. Di hindur vê projeyê de navên 192 zarokên sêwî hatine tomarkirin. Em di vir ranawestin, dezgeh dê projeyê berfirehtir û mezintir bike.”
Ji sibata 2023an ve, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê kar dike ku gelek alîkariyên mirovî û derûnî pêşkêşî xelkê bike, bi taybetî di warê bijîşkî û xwendinê de, herwiha di warê parastina ziman û kultura kurdî de jî.