Şiwan Kelarî: Hin perlemanterên Îraqê bi awayekî eşkere tekezê li ser bicihanîna biryarên rijêma Beis dikin

Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî
Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Sune naxwazin biryarên Civata Şoreşê bên hilweşandin, ji bo ku erd li deverên Kurdistanî ji bo xwediyên wan ên rastîn vegerin.” Amajeyê jî dide, “Mixabin hin perlemanterên Îraqê bi awayekî eşkere tekezê li ser bicihanîna biryarên rijêma Beis dikin.”
Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 27.10.2024) ji bo dengdanê li ser sê tewerên hestyar û giring civiya. Ew tewer jî ev bûn; pirojeqanûna lêborîna giştî, pirojeqanûna edilandina qanûna rewşa kesatî ya sala 1959ê û pirojeqanûna hilweşandina biryarên Civata Bilind a Şoreşê û vegerandina milkên dagirkirî ji bo xwediyên wan.
Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî di vî warî de taybet ji K24ê re ragehand, “Di rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê de, li destpêkê 174 perlemanter amade bûn û civînê dest pê kir, paşî Suneyan dest bi çêkirina arêşeyan kir.
Şiwan Kelarî amaje jî da, “Suneyan hecetên neqanûnî hebûn, daxwaza wê yekê dikir ku Wezîrê Darayî û Wezîrê Bergiriyê yên Îraqê di wê rûniştinê de amade bibin. Ev di demekê de ye ku li dû peyrewê navxwe yê Civata Nûnerên Îraqê, li rojên dengdanê û xwandina yekê ji bo pirojeqanûnan, nabe wezîr bên Civata Nûnerên Îraqê, tenê dikarin di dema xwandina duyê de bên.”
Navbirî ron jî kir, “Gelek mixabin heta niha jî li nav Civata Nûnerên Îraqê hin endam hene ku bi eşkereyî tekezê li ser bicihanîna biryarên rijêma Beis dikin û naxwazin ew biryar bên hilweşandin, ji bo ku erd li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ji bo xwediyên wan ên rastîn vegerin.”
Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî eşkere jî kir, “Di wê rûniştinê de alozî çê bûn û Suneyan rêjeya qanûnî ya endamên amadebûyî şkand, lê heta niha ew rûniştin nehatiye rawestandin. Eger ew venegerin hola Civata Nûnerên Îraqê, em jî nahêlin bendên ku girêdayî wan in bên derbazkirin.”
Şiwan Kelarî tekez jî kir, “Eger benda xwandina yekê ji bo pirojeqanûna hilweşandina biryarên Civata Bilind a Şoreşê neyê kirin, hingê em wekî hemî firaksiyonên Kurdistanî dê rêjeya qanûnî ya amadebûyîyan bişkînin û dê wê rûniştinê boykot bikin.”