5 koçberên Efrînê li bakurê Helebê di teqînekê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Şahbayê ya li bakurê Helebê di encama teqîna mînekê de, 5 kes ji malbatekê koçberên Efrînê birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li gundê Tel Qerah ê herêma Şahbayê duhî 1ê Mijdarê dema ew malbatek koçber a Efrînê li serê rêya kar bûn, mînek ji paşmayên DAIŞê, bi wan de teqiya. 

Li zanyariyên Rewangehê, di encama teqînê de, 5 kes bi giranî birîndar bûn ku ji nava yek jê zarok bû.

Herêma Şehbayê di navbera Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Dema artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Çileya 2018an de êrîşî ser Efrînê kirin, dora 150 hezar Efrînî li kamp û gundê wê herêmê bicih bûne.

Li gorî Rewangehê, ji destpêka meha çileya 2024an, 149 sivîlan di encama teqîna mîn û paşmayên şer de canê xwe jidest dane û 199 kesên sivîl jî birîndar bûne.