Hizbulahê êrîş kir ser bingeha asmanî ya serbazî ya Mîronê ya Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hizbulaha Libnanê di beyannameyekê de serê sibeha îro (Duşem, 04.11.2024) ragehand ku, êrîş kiriye ser bingeha kontirola asmanî ya Mrîonê ya artêşa Israîlê û hejmareke cihên akincîbûnê li bakurê Israîlê.

Di beyannameya Hizbulaha Libnanî de hatiye, “bi moşekan êrîş kiriye ser bajarkên Îlît Hişahir, Hitsor û Diltonê.”

Ji aliyekî din jî ve Hizbulahê amaje daye ku, “Bi moşekan yekîneya kontirola asmanî li bingeha Mîronê pûç kiriye.”

Ev di demekê de ye ku çavkaniyên Libnanî ragehandiye, “Tevaya hêzên Israîlê li taxên rojhilat û başûrên bajarê Xamê ji başûrê Libnanê re jî vekişiyane, ew jî ji ber wî şerê tund ê çend rojên borî di navbera Hizbulahê û artêşa Israîlê de rû da.”

Ev jî bi bizavên navdewletî yên berdewam re ji bo biserxistina danûstandinan û ragehandina agirbestê li bereyê Libnanê hevdem e.